294 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn 2017-10-12 21:15:52   AMED– Li Dibistana Seretayî û Navîn a Demîrlî ya Erxeniyê, 294 xwendekar ji ber navroja ku hat belavkirin jehrî bûn. Li Dibistana Seretayî û Navîn a Demîrlî ya gundê Demîrlî yê navçeya Erxenî ya Amedê, 294 xwendekar ji ber navroja ku hat belavkirin jehrî bûn. Xwendekar ji ber nerihetiya navêşandinê û xelandina madeyê çûn nexweşxaneyê, lê belê hat hînbûn ku ji ber navrojê jehrî bûne. Hat hînbûn ku ji 294 xwendekarên dibistanê 30 xwendekar çûne nexweşxaneyê û ji vana 9 jê piştî tedawiyê hatine tabûrcûkirin. Walîtiya Amedê, der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku kirariya îdarî û edlî hatiye destpêkirin. Her wiha berê jî li navçeya Karazê ya Amedê nêzî 200 xwendekar ji ber xwarina dibistanê jehrî bûbûn.