Rojnameger Çoban û Îlkan hatin tehliyekirin 2017-10-12 19:02:46 MÊRSÎN- Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welatê Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ku 13 meh in girtî bûn, di danişîna ewil de hatin tehliyekirin. Li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Mêrsînê, danişîna ewil a xebatkarên Rojnameya Azadiya Welatê (ku bi KHK’ê hat girtin) Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hat dîtin. Rojnamegerên girtî ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” der barê wan de doz hatibû vekirin neanîn dadgehê. Malbat û parêzerên rojnamgeran li dadgehê amade bûn. Şîrîn Çoban bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tarsûsê û Îlker Îljan jî bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Ermenekê tevlî danişînê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan, rojnamger Şîrîn Çoban bi kurdî parêziya xwe kir û sûcên ku îstinadî wê tên kirin red kir û dest nîşan kir ku ew bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û 13 mehan do girtîgehê de maye û doza beraatê kir. Rojnamger Îlker Îlkan jî diyar kir ku ji ber wê rojname belav kirine hatiye girtin û doza beraatê kir. Piştî parêziya rojnamgeran, parêzerên Çoban û Îlkan jî parêzî kirin û xwestin ku muwekîlên wan bên tehliyekirin. Heyeta dadgehê dema girtina Çoban û Îlkan li ber çavan girt û b şertê venêrîna edlî biryara berdana wan da.