Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin 2024-02-28 16:57:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajar û navçeyên ku DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê, gel eleqeyeke zêde nîşan da, namzetên hevşaredariyê anîn ziman ku li dijî qeyûman dê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) bajêr bi bajêr, kolan bi kolan vekirina buroyên hilbijartinê pêk tîne. Namzetên hevşaredariyê yên ku diyar kirin li dijî qeyûman dê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin, ji gel xwestin ku biherikin ser sindoqan.   WAN    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinê de li Wanê lez da xebatên xwe û li navçeya Tûşbayê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, heta demekî dirêj govend gerandin. Girseyê, namzetên hevşaredariyê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê Xanê Akkoş û Umît Keser li vir têkildarî projeyên xwe agahî dan û gotin ku dê qeyûman bişînin.    ‘PIRSGSIRÊKÊN NÛ AFIRANDIN’   Namzetê hevşaredariyê Abdullah Zeydan jî anî ziman ku gelê kurd tevî her cureyên zextê jî xwedî lli çand, ziman û nasnameya xwe derdikeve. Zeydan, destnîşan kir ku yek ji mezintirîn pirsgirêkên li Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman e û wiha pê de çû: “Pergaleke qeyûman heye ku li dijî ziman û çanda me hatiye avakirin. Van qeyûman bi sala ye tu xizmet ji bajarên me re nekirin. Li şûna çareserkirin pirsgirêkan, pirsgirêkên nû afirandin. Heta gihişt astekî wisa ku îktîdar bi xwe jî nikare qeyûman biparêze.” Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. Di dema vekirina buroyê de welatiyan heta demekî dirêj goven gerandin.    BEDLÎS   Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Pasaja Guler a li ser Cadeya Cûmhûriyetê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên hevşaredariyê yên Tetwanê yên DEM Partiyê Belkîza Beştaş Epozdemîr, Mumîn Erol, parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn.    Belkiza Beştaş Epozdemîr a di vekirinê de axivî, destnîşan kir ku dê hilbijartinên şaredariyê qezenc bikin û dê şaredariya gel dîsa bidin gel. Epozdemîr, anî ziman ku desthilat bi salan e dibêje ‘em ê projeyan çêbikin’ lê desthilat tiştek nekiriye û got: “Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku gelê Tetwanê dê vê zilmê qebûl neke. Heke DEM Partî were wê demê em ê ferqa partiya xwe nîşan bidin. Partiya me xwediyê paradîgmayeke mezin e. Ji ber wê ez bawer dikim ku em ê serbikevin.”   ‘ŞANSÊ ME NÎNE KU EM 5 SALÊN DIN WINDA BIKIN’     Mumîn Erol jî anî ziman ku dê dersekê bidin feraseta “ne rewa ye” û diyar kir ku divê hilbijartinê bi ferqeke zêde bidestbixin. Erol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi me bi bawer bin şansekî din ê Tetwanê ya ku bi nelirêtiyan tê rêvebirin a 5 salên din winda bike nîne. Heke hûn piştgiriyê bidin me em ê bi hev re bibînin ku avakirina rêveberiyeke adil û demokratîk dê çawa be.”   ‘RABE TETWAN DEM HAT’     Parlamenterê Bedlisê Huseyîn Olan jî salvegera Mutebaqata Dolmabahçeyê bi bîr xist û wiha got: “Bi birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan kirin. Weke tê zanîn dawiyê di 28’ê sibatê de protokolek hate îmzekirin. Pişt re Recep Tayîp Erdogan û kesên girêdayî wî destpêkirina pêvajoyê asteng kirin. Erdogan protokola Dolmabahçeyê xera kir û çareserkirina meseleya kurd a bi diyalogê asteng kir. Pişt re em ketin vî halî. Rewşa niha xizanî, enflasyon, nelirêtî û talan e. Sedemê van jî xerakirina mutebaqatê ye. Ji ber vê yekê divê ewilî tecrîda 25 sal in didome were rakirin. Û ji bo çareseriya meseleya kurd jinûve dest bi diyalogê were kirin. Pişt re jî divê aştiyeke birûmet pêk were.” Olan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji îro pê ve em ê gund bi gund, kolan bi kolan bigerzin û Şaredariya xwe ya Tetwanê bidestbixin. Rabe Tetwan DEM hat.”   STENBOL    Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir.    Beştaş û Çepnî yên çûn navenda giştî ya Konfederasyonê ya li Beşîktaşê ji aliyê Seroka Giştî Arzû Çerkezoglû ve hatin pêşwazîkirin. Di sohbeta hate kirin de Çerkezoglûyê ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê re serkeftin xwest.    Li aliyê din kesekî di saetên serê sibê de konê hilbijartinê yê DEM Partiyê yê li navçeya Umraniyê bi heqaretan jê kir. Jêkikirina kon hate şermezar kirin. Endamê MYK’a DEM Partiyê Mûsa Pîroglû yê li qada konê hilbijartinê lê axivî, wiha got: “DEM Partî li vî welatî navê demokrasiyê, kedê û azadiyê ye. Kesên dijminên kedê ne ji bo ji xebatên me re bibin asteng tişta ji destê wan tê dikin. Em qet çavtirsandî nebûn ji niha şunde jî dê çavtirsandî nebin. Ji ber ku em gel in. Em hebûn, em hene, em ê hebin.”   Endamên partiyê yên dîsa kon vedan, xebatên xwe yên hilbijartinê ji cihê mayî berdewam kirin.    DÊRSIM   DEM Partiyê li Dêrsimê xebatên xwe yên hilbijartinê li Taxa Sîhenk (Ataturk) domandin. Namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê tev li xebatan bûn. Di xebatan de esnafê taxê hate ziyaretkirin.    Her wiha belavok hatin belavkirin û xebatên stîkiran hatin kirin. Di diyalogên di navbera pêkhateyên tifaqê û dikandaran de têkoşîna hevpar hate destnîşan kirin.    SÊRT   Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de serdana esnafên li ser rêya Misircê û Sêrt Park AVM’ê kirin. Namzet, ji hêla gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û li ser mijarên rêvebirina bajêr sohbet kirin. Esnafan gazinên xwe anîn ziman û namzetan jî projeyên xwe yên çareseriyê vegotin. Ji bilî namzetan hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mûazzez Bûlga û hevseroka navçeya navendî ya DBP’ê Gulîstan Sevîm tev li bernameya serdana esnafan bûn.   Di serdanan de welatiyekî bal kişand ser rewşa welat û wiha got: “Ev çend sal in AKP li ser serê me ye. Em di xizaniyê, feqîriyê de hiştin. Li her derî û qadê diziya vî welatî kirine. Em çawa dengê xwe bidin wan? Bi xwedê em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”