Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan 2024-02-28 14:59:46   MÊRSÎN - Nûçegihana PÎRHA’yê Fatoş Sarikaya bertek nîşanî girtina rojnameger Dîren Keser da û wiha got: “Em ji bo Dîrenê li vir in. Em ê xwe birêxistin bikin û alaya têkoşînê bilindtir bikin.”    Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîren Keser bi hinceta nûçeyên çêkirî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal dihat darizandin û piştî cezayê wê yê 2 sal û 4 meh û 3 rojan teqez bûyî, hate girtin û şandin Girtîgeha Kampusa Tarsusê. Şaxa Basin Îşê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Mêrsînê têkildarî girtina Keser li Parka Ozgur Çucukê daxuyanî da. Di daxuyanyê de pankarta “Rojnamegerî sûc nîne” û dovîzên “Dîren Keser bi tenê nîne” û “Azadiya xwedîfadekirinê nayê astengkirin” hatin hilgirtin. Li gel ÎHD, DEM Partî, Halkevlerî û TÎP’ê, gelek rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên baweriyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Çapemeniya Azad bêden namîne”, “Dîren Keser bi tenê nîne” û “Fikir û raman nayê zincîkirin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de nûçegihana PÎRHA’yê ya Mêrsînê Fatoş Sarikaya metna daxuyaniyê xwend.    ‘CEZA LI NASNAMEYA ROJNAMEGERIYÊ HATE BIRÎN’   Sarikaya, anî ziman ku Keser her tim li dijî neheqî û derhiqûqiyan dengê xwe derxistiye û ji bo mafê agahîgirtinê têkoşiyaye. Sarikaya, bi lêv kir ku rojnamegerên mafê agahîgirtinê diparêzin, agahiyên rast parve dikin û li dijî zextan têdikoşin her tim dibin hedefa îktîdarê. Sarikaya, wiha bi dawî kir: “Cezayê li hempîşeya me hatiye birîn, di esasê xwe de li çapemeniya azad, nûçeyên rast, gotina muxalefetê û nasnameya rojnamegeriyê hatiye birîn. Em ê li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin. Em ji bo Dîrenê li vir in û em ê her li vir bin. Em ê xwe birêxistin bikin, sansurê ji holê rakin û alaya têkoşîna ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bilindtir bikin.”