Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin 2024-02-28 14:54:39   ÎZMÎR - 4 kesên duh di serdegirtinên serê sibê yên malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Endamê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) T.K., Mûstafa Polat, Şerîfe Alpozel û Mahîr Kiliç ên duh di serdegirtinên serê sibê yên malan de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kesên li miduriyeta polîsan têkildarî razandina pereyan a ji girtiyan re ji wan hate pirsîn, bi sûcdariya “rêxistin fînansekirine” hatin sûcdarkirin. Her 4 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan bên wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    4 kes bi îdiaya “rêxistin fînansekirine” hatin girtin.    ENDAMÊN SKM’Ê LI QEREQOLÊ TÊN RAGIRTIN    Li aliyê din Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara û endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Melîha Kayaci yên li Stenbolê hatin binçavkirin û anîn Îzmîrê, li Qereqola Cendermeyan a Bûcayê tên ragirtin. Jinên ku li ser dosyaya wan biryara veşartî heye, nehate zanîn ku bi çi tên sûcdarkirin, tê payîn ku dê sibê îfadeyên wan bên wergirtin.