Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2024-02-28 14:54:06   MÊRDÎN - Li çoltarê Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li çoltarê Çiyayê Bagokê yê li Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku gelek wesayîtên leşkerî li herêma di navbera Giremîra û Marînê ve hatin sewqkirin. Liv û tevgera helîkopteran a li herêmê jî didome.    Şêniyên gund dan zanîn ku liv û tevgera leşkerî didome lê belê heta niha pevçûn derneketine.