Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2017-10-12 16:18:07 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 694'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê dîsan serlêdana parêzeran hat redkirin   Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebru Gunay û Faîk Ozgur Erol bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta Qanûna Mafên Înfazê ya Tedbîrên Ewlekariyê û Cezayê ya bi Hejmara 5275'an hat redkirin.     Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 694'an caran bi hinceta "Muxalefeta hewayê", "Keştî xerabe ye", "Keştî tê tamîrkirin" û bi sedema "OHAL" hat astengkirin.