ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN 2024-02-22 09:00:00   * Parêzer Berhîvî Demîr anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di warê çareserkirina meseleya kurd de helwesta xwe ya siyasî ya muzakerevaniyê diparêze û got ku divê ji bo berdana bi şertî ya wî şert û mercên guncav bên dabînkirin.    * Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ji ber ku dosyeya wê ya pê hat berdan bi Doza Kobanê re hat girêdan, nayê berdan. Parêzerê wê Cîhan Aydin anî ziman ku ev yek di çarçoveya "stratejiya desthilatê ya bi polîs, daraz û çapemeniyê tunekirina rikberên xwe" de ye û got ku bi vê "mafê bijartin û hilbijartinê" ya muwekîla wî tê binpêkirin.    * Dayika girtiyê nexweş Fikret Erden diyar kir ku kurê wê yê nexweş 98 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê û got: "Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê."   * Danişîna doza rojnameger Sofya Alagaş dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Hevserokên HDP’a Amedê yên berê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Fatîh Haral ku gefa kuştinê li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî xwaribû dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê li Colemêrg û Erdexanê tev li hevdîtinên bi gel re bibin. (10.00-17.00) ZINDÎ   * DEM Partî dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-17.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)   * Şaxa OHD’a Wanê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li avahiya komeleyê eşkere bike. (12.00)    * Partiya Çepên Kesk dê têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licikê serlêdana sûc bike û li pêşiya avahiya Serokatiya Bajar a Stenbolê daxuyaniyê bide. (16.00)