DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin 2024-02-21 16:41:20 ENQERE - DEM Partiyê ji bo tespîtkirina qedexeyên li ser zimanên derveyî tirkî û lêçûnên civakî yên ji bo zimanên dayikê yên qedexekirî û çareserkirina pirsgirêkan, bi pêşnûmeyekê xwest di bin sîwaneya Meclisê de komîsyona lêkolînê bê avakirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi sedema ku ji roja damezirandina komarê heta niha ji ber polîtîkayên yekperestiyê, ziman û çandên cuda hatine qedexekirin û ji ber vê yekê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû mane, pêşnûmeyek da Meclisê û xwest li dijî vê rewşê tevdîr were girtin.    Pêşnûme bi îmzeyên Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî hate dayîn. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku ji bo tespîtkirina qedexeyên li ser zimanên derveyî tirkî û lêçûnên civakî yên ji bo zimanên dayikê yên qedexekirî û çareserkirina pirsgirêkan, bi pêşnûmeyekê xwest di bin sîwaneya Meclisê de komîsyona lêkolînê bê avakirin.     JI BILÎ TIRKÎ HEMÛ ZIMAN DI QADA CEMAWERIYÊ DE QEDEXE NE    Di pêşnûmeyê de hat gotin ku kurdî, erebî, lazî, çerkesî, suryanî û hwd. bi sedsala ye li vê erdnîgariyê tê axaftintin lê ji destpêka avakirina komara tirk ve axaftina van zimanan a li qada cemaweriyê û di qada perwerdeyê de hatiye qedexekirin. Hat diyarkirin ku gelên ku derfeta axaftina bi zimanê dayikê nabînin, bi xetereya windakirina nasnameya xwe rû bi rû mane. Bi domdarî wiha hat gotin: “Bi taybet jî li ser kurdî qedexe û zextên giran ketine meriyetê û rê li ber pirsgirêkên mezin vekiriye. Demekê li Anatoliyayê nêzî 20 ziman dihatin axaftin lê niha tenê çendek jê mane. Di serî de ji bo kurdî, derfetên perwerde û hînkirinê nehatin afirandin û heta hate qedexekirin. Lewma jî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Ev zîhniyeta yekperest, dike ku pirçandî û pirzimaniya Anatoliyayê kêm bibe. Li gorî UNESCO'yê 18 ziman li Tirkiyeyê ketine pêvajoya tunebûnê.”    DIVÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ WERE AVAKIRIN    Bi domdarî serokwekîlan qedexeyên di demên dawî de ji bo şanoya kurdî tên danîn bi bîr xistin û gotin ku qedexeya li ser şanoya kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê, binpêkirina mafê zimanê dayikê ye. Pêşnûme wiha bi dawî bû: “Ji ber van sedeman jî em dixwazin di serî de zimanê kurdî, ji bo tespîtkirina astengiyên li pêşiya hemû zimanên dayikên yên li vî welatî, ji bo lêçûnên civakî yên ji bo van zimanên dayikê yên hatine qedexekirin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di bin sîwana meclisê de komîsyona lêkolînê bê avakirin.”