32 kes li Qersê hatin binçavkirin 2017-10-12 16:06:45 QERS – Li gundên navçeya Dîgor û navenda Qersê polîsan hem wext di ser malan de girtin û 32 kes binçav kirin.   Li gundên Zîbînî, Bostankale, Yaylacik, Sorgunlu yên girêdayî nevçeya Dîgor û nevanda Qersê polîsan hem wext di ser malan de girt. Bi rêveberê HDP’a Dîgorê Abdurrahman Pîlgîr re 32 kes hatin binçavkirin.  32 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de, li Stenbolê jî binçavkirin çêbûn û kesên binçavkirî dê bînin Qersê.