Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne 2024-02-21 16:31:24 RIHA - Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê peyamek weşand. Çiya Kurd bal kişand ser rêveberina pir zimanî ya Neteweya Demokratîk û ev tişt gotin: "Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne."   Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd tekildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li ser malpera xwe ya sanal peyamek parvekir. Çiya Kurd, di peyama xwe de bal kişand ser rêveberina pirzimanî ya Neteweya Demokratîk.    Çiya Kurd tekildarî Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê projeyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî ev tişt parvekir: "Di Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî de, divê em balê bikişînin ser projeya Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, ku projeya me tekane tecrubeya di dîroka Sûriyayê ya nûjen de, ku ji mafê her pêkhateyekî ye ku bi zimanê xwe fêr bibe û perwerde bibîne ye. Ji ber siyasetên çewisandin, înkar û hewldanên pişaftinê yên bi zanebûn, pêkhateyên vê herêmê, nexasim kurdan êş kişand. Îro hejmara dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser zêdetirî 4 hezar û 145 in, ku di wan dibistanan de zêdetirî 889 hezar û 731 xwendekar hene û her kes bi zimanê xwe yê dayîkê bi serpereştiya 41 hezar û 817 mamosteyan perwerdeya xwe dibînin. Her wiha, 22 fakulte û 10 peymangeh hene ku 3187 xwendekar di 66 beşan de, perwerde dikin. Ev yek jî bi serê xwe pêngav û şoreşeke ji bo pêkanîna hêviyên gelên li herêmê ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin(#kurdî-#erebî-#suryanî). Ev jî rastiya cewherê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."   Çiya Kurd bal kişand ser qedexebûna zimanên di bin dagirkeriyê de ne jî û wiha got: "Lê ji aliyekî din ve jî, herêmên din ên Sûriyeyê înkarkirina ziman û çandên din heye, ku tenê çand û zimanek heye bê ku bi zimanên din itîraf bikin. Her wiha herêmên ku Tirkiyeyê jî dagîr kirine, bûne navendên îdolojîkirî ên paqijkirina etnîkî, bi rêya çalakiyên tirkirinê û ferzkirina zimanê tirkî li ser gelên ku tu têkiliya xwe bi çanda tirkî re tune ye. Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de, em bang li saziyên peywendîdar dikin ku bi rêya destekkirina herêmên ku parastina perwerdeya zimanê dayîkê dikin û piştgirî didin, giringî bidin herêmê. Ev yek jî mafekî rewa yê hemû pêkhateyane û di hemû qanûnên navdewletî de hatine nivîsandin, da ku rewabûnekê bidin metoda perwerdeyê. Di heman demê de, hemû kiryarên li dijî mafên mirovan ên li ser asta çandî û zimanî jî red bikin."