Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin 2024-02-21 15:29:36 STENBOL - Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ya li Stenbolê têkildarî hevdîtinên xwe daxuyaniyê dan, wiha gotin: “Em derbarê dosyayên ku parêzerên Ocalan pêşkeşkirine de ji CPT’yê bersivê dixwazin.”   Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 35 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine Stenbolê, piştî serdanên xwe yên li bajêr daxuyanî dan. Endamên delegasyonê, li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna çapemeniyê li dar xistin.   Di metna di civîna çapemeniyê de hate aşkere kirin de qala serdanan hate kirin û wiha hate gotin: “Em weke parlamenter û nûnerên partiyan ên li Ewropayê serdana parêzerên Abdullah Ocalan, saziyên sivîl ên civakî û saziyên mafên mirovan ên weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û dayikên kurd ên di Nobeta Edaletê de ne kirin. Em bi van serdanan û nasînê keyfxweş bûn. Em dixwazin spasiyên xwe pêşkêşî xebatên van parêzeran, lêkolînên berbiçav ên hemû komeleyan û parvekirina çîrokên muxalîfên siyasî yên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de rastî biçûkxistin, tacîz, tecrîda girankirî, tecrîda civakî û biryarên keyfî hatine, bikin.”   ‘EM JI CPT’YÊ BERSIVÊ DIXWAZIN    Di metnê de hate diyarkirin ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêkanîn û wiha got: “Ji bo em bawer bikin ku azadiya Abdullah Ocalan yekane çareseriya pêvajoya aştiyê ya bi bandor û lihevhatî ya bi gelê kurd re ye em xwedî agahiyên têrker in. Niha her yek ji me dê vegere welatê xwe û Parlamentoya Ewropayê jî di nav de di parlamentoyên xwe û saziyên navnetewî de aktîf bibin. Em ê pêşnûmepirsan pêşkeş bikin, danişînan bişopînin û mijarê ji rayagiştî ya navnetewî re ragihînin. Divê civaka navneteweyî israr bike ku dewleta firk wezîfeyên xwe yên li hemberî Konseya Ewropayê yên weke Peymana Pêşîgirtina li Êşkence û Pêkanînên Li Derveyî Mirovahiyê yan jî Kêmkirina Ceza û Beyana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî pêk bîne. Em derbarê dosyayên ku parêzerên Ocalan pêşkeşkirin de ji CPT’yê bersivê dixwazin. Em daxwaz dikin ku di mijara pêşîlêgirtina îşkence û mûameleya nebaş de roleke rast bilîze.”