Cenazeyek din hat teşhîskirin, şaredar wesayîta cenaze neda 2017-10-12 16:03:31 MUGLA – Li Koycegîzê ji 5 kesên bi îdîaya di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan 2 jê îro hatin definkirin û cenazeyek din hat teşhîskirin. Şeredariyê wesayîta cenaze neda malbatê.     Li çoltera Toparlar a navçeya Koycegîz a Muglayê di pevçûna 5’ê Cotmehê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku 2 kesên li wan digeriyan, yek jê didama teqemenî amade dikir de, destê wî de teqiya û jiyana  xwe ji dest dan. Ji 6 cenazayên rakirin Saziya Tipa Edlî, malbatên Musa Arslan û Rojhat Seçkîn cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin û îro defin kirin. Îro jî malbata Îlyas Demîr ê 24 salî yê ji navçeya Hezexa Şirnexê, cenaze kurê xwe teşhîs kir.     'WESAYÎTA CENAZE TUNEYE’    Saziya Tipa Edlî bi hinceta pergala cemidandinê di wesayîta malbatê anî de tuneye, cenaze neda malbatê. Li ser vê yekê malbatê bi Midûryeta Şaxê Goristanê ya Şaredariya Muglayê re hevdîtin pêk anî. Şaredariyê bi hinceta “Zêdebûn heye” wesayîta cenaze neda malbatê. Malbata Demîr ku hemû hewldanên wan bê encam man, ji bo cenazeyê xwe bigirin wesayîtek taybet amede kirin. Malbata ku cenazeyê xwe girt ber bi Hezexê ve ketin rê. Dê cenaze li Hezexê bê definkirin.    Ji bo tespît kirina 3 cenazeyên din xebat didomin.