Dengdana li Elmanyayê dê 13 rojan berdewam bike 2018-05-11 11:36:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartina zordest a Tirkiyeyê bernameya dengdanê ya li Elmanyayê diyar bû. Li gorî vê dê dengdêr li 13 bajaran, di navbera 7-19'ê Hezîranê de karibin dengê xwe bidin.  Dengdêrên ji derveyî welat ên Ewropayê, ji bo karibin di hilbijartina zordest a di 24'ê Hezîranê ya Tirkiyeyê de dengê xwe bidin, divê li lîsteya dengdêran a li derveyî welat qeydkirî bin. Welatiyên Tirkiyeyê yan jî hemwelatiyên ku navê wan li lîsteya dengdêran nîne, heta 12'ê Gulanê roja Şemiyê divê adresa xwe ji Konsolosxaneyan re ragihîn in û qeydên xwe çêbikin.   LI ELMANYAYÊ 1,4 MILYON DENGDÊR HENE   16'ê Nîsana 2017'an, di dema referandûma ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de li derveyî welat sindoq hatibûn danîn. Li gorî daneyên wê demê, li lîsteya dengdêran a ji derveyî welat nêzî 3 milyon dengdêr qeydkirî bûn. 1 milyon û 430 hezar ji van dengdêran li Elmanyayê dijîn.   Desteya Bilind a Hilbijartinê heta niha hejmara dengdêrên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê eşkere nekiriye. Dengdan wê 7'ê Hezîranê dest pê bike û 19'ê Hezîranê roja Sêşemê biqede. Ger hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê ji tûra duyemîn re bimîne, wê di navbera 30'ê Hezîranê û 4'ê Tîrmehê de deng bên dayin.   Dengd dayîn dê saet 9.00'an dest pê bike û heya saet 21.00 biqede. Li gorî herêmên hilbijartinê yên ji derveyî welat, sindoq dê herî zêde li bajarên Berlîn, Frankfûrt, Stûttgart, Essen, Dusseldorf, Munchen, Karlsrûh, Hannover, Munster, Nurnberg, Hambûrg û Maînzê bên danîn. Mina hilbijartinên berê, hilbijêr dê karibe li navendek dengdanê dengê xwe bide.   ‘DIVÊ ZÛ DENG BÊN DAYÎN’   Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê bang li dengdêrên li Elmanyayê kir û got: "Pêwîste dayîna dengan ji  bo hefteya dawî neyên hiştin. Heta ji dest bê, rojên destpêkê divê deng werin dayîn.”