‘Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin' 2018-05-11 09:13:32 ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyê de, cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma Şaristan Algan, hemû kes dawetî ser sindoqên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîran kir û got: “Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin.” Keça Taybet Înan a 57 salî (Dayîka Taybet) a di roja 5’emîn a qedexeyên derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Sîlopî ya  Şirnexê hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hat hiştin, Şaristan Algan, hemû kes dawetî ser sindoqên hilbijartina zorde a 24’ê Hezîranê kir û got: “Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji ber nekin.”   'MIROVÊN HATIN ŞEWITANDIN, EFRÎN Û SÛRÊ…'   Algan, anî ziman ku roja dayîka wê hat kuştin, apê xwe Yusuf Înan a 53 salî jî winda kir  û wiha got: “Wêneyê cenazeyê dayîka min a bi rojan li nava kolanê li erdê ma, tim tê bîra min. Gava hûn herin ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin. Divê hemû kes xwedî vîna Dayîka Taybet derbikeve û wisan here ser sindoqan. Tiştên bi me dan jiyîn em ê tu carî ji bîr nekin. Bila gelê Kurd destê xwe dane ser wijdana xwe û wisan biçe ser sindoqan. Bila Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Dayîka Taybet, mirovên me yên di jêrzemînan de hatin şewitandin, malên me yên hatin talan kirin û wêran kirin, Mehmet Tunç, Efrîn, Kobanê û Sûrê ji bîr nekin.”    Algan, da zanîn ku di serî de jinên Botanê, dê hemû gelê herêmê xwedî li vîna xwe derbikevin û wiha bilêv kir: “Çi dikin bila bikin. Ger ciwanên me, zarokên me, pîr û kalên me jî bikujin, me  hemûyan bixin girtîgehê jî, em ê dest ji baweriya xwe bernedin.”   BANGA 'EM XWEDÎ SINDOQAN DERBIKEVIN’   Algan, destnîşan kir ku divê Kurd bi zanebûna yekîtiya neteweyî tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hilbijartinê de girînge ku hemû kes dengên xwe bi kar bîn in. Xwedî derketina sindoqan jî, mîna dayîna dengan girîng e. Wê rojê divê em tenê dengên xwe nedin û neçin li malê xwe nerûn in. Heya jimartin biqedin, divê em li kolanan bin û ji ber dibistanên deng lê tên bikar anîn, neçin. Divê hemû karê me wê rojê xwedî derketina sindoqan be.”