ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-11 09:00:43 * Der barê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadîr Yildirim de ji ber parvekirina wî ya li ser Twitterê ku derheqê Efrînê de parve kiribû bi hinceta “propagandaya rêxistinê” fezleke hat amadekirin.  * Serokê Şaxa SES’ê ya Edeneyê Mûzaffer Yuksel polîtîkayên tenduristiyê yên AKP’ê rexne kirin û got: “Di îktîdara AKP’ê de feraseta ‘çi qas pere ewqas tenduristî’ heye. Veguherîna di tenduristiyê de, bû rûxandina tenduristiyê.”    * Keça Taybet Înan a di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyê cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma Şaristan Algan, hemû kes dawetî ser sindoqên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîran kir û got: “Gava em biçin ser sidoqan divê em Dayîka Taybet ji bîr nekin.”   *  Li Îzmîrê li otogar û balfirgehê kesên diçin bajarên kurdan an jî ji wan bajaran tên bi hinceta “gumanbariyê” tên rawestandin û li GBT’ya wan tê nêrîn û telefonên wan tên kontrolkirin. Parêzer Zafer Încîn, anî ziman ku çûyîna bajarên kurdan ji bo “gumanbariyê” dibe delîl.    * Doxtorê Aboriya Xebatê û Parêzer Mûrat Ozverî diyar kir ku di sozên hilbijartinê yên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan de ji bo karkeran tu tiştek tune ye. Ozverî destnîşan kir ku krîzeke mezin li pêşiya Tirkiyeyê ye û dê fatûreya krîzê jî li karkeran bê birîn.    * Waniyan der barê hilbijartina 24’ê Hezîranê de axivîn û diyar kirin ku dê HDP’ê di vê hilbijartinê de bi awayekî baş bi ser bikeve. Waniyan got: “Tekane partiya ku me ji xizaniyê û şer xelas bike HDP ye.”    *  Di 13’ê Gulanê de salvegera Somayê ye. Berî salvegerê Gulsum Çolak, dayika Ûgûr Çolakê ku di cinayeta karî ya Somayê de mir, got: “Bila mirov bijîn ku dewlet bijî. Dewleta ku mirovekî bikuje, jixwe ew dewlet miriye.” Somayiyan ji bo mîtînga ku dê bê lidarxistin bang li herkesî kirin.    * Sûlava ku li gundê Bêmbo yê Şemzînanê di nav hêşînahiyê de diherike, veguheriye çopgehê.    * Dema mirov lê guhdar dike, tu dibêjî qey ev dengê Dengbêj Şakiro ye, lê ne Şakiro ye. Ev Dengbêj Şîrînê Rebetê ye û mirov dikare bêje ev dengê zindî yê Şakiro ye. Dengbêj li aliyekî pez xwedî dike û şivaniyê dike û li aliyekî jî ji heval û dostên xwe re klaman dibêje.    * Tuna Beklevîç yê 26 roj berê bi dirûşmeya “Meşa Xwişk û Biratiyê" ji Enqere ket rê û gihişt sînorê Amedê, diyar kir ku di hilbijartinê de partiya herî zêde hemû kesan hembêz dike HDP ye. Beklevîç, diyar kir ku piştî meşê dê piştgiriya xwe bîne ziman û tev li xebatên hilbijartinê bibe   * Rexistina HDP'e ya Mêrdînê dê di çarçoveya Xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê de li navçeya Stewrê û Mahsertê yên Mêrdîn ziyaretên gel pêk bînin. (10:30)   * Rêxistina HDP'eya Îzmirê dê  di çarçoveya Xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê de bi civîna çapemeniyê starta hilbijartinê bide. (11.00)   * Lijneya Koordînasyona Bajar a Îzmirê ya TMMOB'e, dê li dijî efa îmarê ya ku AKP'ê beriya hilbijartinê xist rojevê, li Lokala Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'ê ji har hatin durxistin dê li Bakirkoy û Kadikoyê çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam bikin. (14.00)   * Danişîna doza Hevşaredara Nisêbinê Sara Kaya ya girtî tê tarizandin  dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Merdînê bê dîtin. (14:30)   * Danişîna doza kujerê Helin Palandoken Mustafa Yetgin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Giran a Edliyeya Anatoliyê bê dîtin. (15.00)    * Komeleya Mafên Civakî, bi armanca tahribatên mafên civakî içsel bağlantıları kurmak için "Sosyal haklar nehir sempozyumu" başlığı ile TMMOB Mimarlar Odası İstanbul Büyükkent Şubesi'nde 2 gün sürecek sempozyum düzenleyecek. (10.30- 20.30)