Goma pez hilweşiya 30 mih mirar bûn 2018-05-10 16:15:42   ŞIRNAK - Li Gundikê Melê yê Şirnexê ji ber barana zêde goma malekê hilweşiya. Ji ber goma pez hilweşiya 30 mih miran bûn.    Li Şirnexê ji ber barana zêde duh 2 zarok di ava çemê rîzorê de jiyana xwe ji dest dabûn. Barana zêde li herêmê dibare bandorek neyînî li ser jiyana welatiyan û sewalan dike. Îro jî ji ber barana zêde li Gundikê Melê yê Şirnexê goma pez ya Hamît Sîdar hilweşiya. Di hilweşîna goma pez de 30 mih di bin xerabe de man û mirar bûn. Ji ber barana zêde gelek zevî jî di bin avê de man û welatiyan zerarek mezin dît.