Walî got ‘Qezaye’ lê şopa sê guleyan derket 2017-10-12 15:09:10 COLEMÊRG - Di bedena Çetîn Başer ê li ber Qereqola Dûrê gule li wesayîta wî hat reşandin, şopa sê goleyan derket. Waliyê Colemergê gotibû “Qeza” ye.   Li ber Qereqola Dûrê ya nevçeya Gevera Colemêrgê di 10’ê Cotmehê de gule li wesayîtek sivîl hat reşandin û ajokar Çetîn Başer jiyana xwe ji dest da. Waliyê Colemêrgê piştî bûyerê daxuyanî da û got "Qeza pêk hatiye". Xizmên Başer, bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Colemergê dan.  Xizmên Başer, anî ziman ku sê gule li pişta wî ketine û di singa wî re derbas bûne. Başer duh bi şev li mezreya Kadana ya gundê Gulyazî hat definkirin.  Xizmenê wî yên cenazayê wî şûştin, diyar kirin ku li ser bedena wî şopên sê guleyan hebûn.     MILÊ WÎ BI GULEYÊ PARÇE BÛBÛ   Kerîmhan Zerender ê di gulaya ji qereqolê hat reşandin de birîn bû jî, duh bi şev ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat kirin. Zerender ê li Beşa Lezgîn, xeteriya jiyanê heye. Hat zanîn ku Zerender ê bi giranî birîndar bû, bi guleya ku li pişta wî ketî û di ser mile wî yê çepê re derketî birîndar bû û guleyê milê Zerender parçe kiriye.