‘Di doza Parêzeran a KCK’ê’ de, dê biryara lêgerîna avahiya DBP’ê bê pirsîn 2018-05-10 14:23:33 STENBOL - Danişîna “Doza Parêzeran a KCK’ê’ ya 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dîtin. Heyeta dadgehê xwest biryara lêgerîna avahiya DBP’a Amedê bi îdîaya hevdîtinê Oslo eşkere kirinê ve heye yan na bê lêpirsin.  10’emîn danişîna “Dozga Parêzeran KCK” ya 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Stenbolê hat dîtin. Hin parêzerên serbest tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û gelek parêzer beşdar bûn. Ji gelek baroyên bajarên cûda yên Awropayê jî parêzer beşdarî danişînê bûn.      ‘ARMANC PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BÛ’   Piştî danasîna nasnameyan destpêkê parêzer Husiyîn Çaliçi parastin kir. Çalişçi, diyar kir ku doza parêzeran a herî mezin a Tirkiyeyê doza wane û wiha axivî: “Derbarê me de kampanyayek lînçê hat destpêkirin. Em bi komployekê re rû bi rû man. Çi dema ku operasyona MÎT’ê dest pê kir, wê demê demê hemû tişt derketi holê. Êdî me fam kir ku hedefa bingehîn en emin, pêvajoya aştiyê bû. Ger pêvajoya Oslo dewam bikira, îro dê dinava bersûcên dosyayê de rayedarên MÎT’ê hebûna. Hedef pêvajoya çareseriyê û Oslo bû.”   ‘KOMPLO BERDEWAM DIKE’   Çalişçi, anî ziman wî du çaran bi Ocalan re hevdîtin kiriye û wiha bilêv kir: “Tê îdîakirin ku min navbeynkarî kiriye. Ji xwe qeyd ligel Wezareta Dadê hene. Ji xwe em nikarin dest û piyên xwe bihejînin û biçin girtîgahê. Li ser me lêgerîn pêk tînin. Mirov nikare parçeyek kaxez jî li ser xwe bibe. Di ketina gravê de lêgerîna zirav tê kirin. Mirov nikare di odeya hevdîtinê nîşe bigire. Dinava saetekê me hevdîtin dikir û em divegeriyan. Lê bi seneryonên komployê derbarê me de darizandin dan dest pê kirin. Komplo dewam dike. Balyoz û Ergenekon bi dawî bûn, lê hîna  jî doza me berdewam dike. Êdî dawî li vê komployên bînin.”    Dûre parêzer Faîk Ozgur Erol parastin kir. Piştî Erol, parêzera dozê Several Ballikaya biyara lêgerîna avahiya DBP’a Amedê ya di 13’ê Çileya 2012’an de hat kirin, kir. Ballikaya di heman demê de, lêpirsîna MÎT’ê ya Hakan Fîdan jî dinav de cih digire daxwaz kir.    DANÎŞÎN TALOQÎ 30’Ê COMENHÊ HAT KIRIN   Şandeya dadgehê xwest îdîayên eşkere kirin hevdîtinên Oslo, têkiliya wê bi biyara lêgerîna avahiya DBP’a Amedê ya di 13’ê Çileya 2012’an re û dosyeya MÎT’ê bên lêpirsîn. Dadgehê doz taloqî 30’ê Cotmaha 2018’an kir.