Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma, bi 'fermana' wezaretê avêtin hucreyê 2018-05-10 14:12:29   ÎZMÎR –  Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê 67 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemişê girtî bû, bi fermana Wezareta Dadê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklarê kirin û avêtin hucreyê. Yildirim berê tenê 9 rojan li Girtîgeha Îmraliyê mabû.    Girtiyê nexweşê dil ê 67 salî Mehmet Saît Yildirim, bi fermana Wezîrê Dadê ji Girtîgeha Tîpa T a Odemişê şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklarê. Hat diyar kirim ku Yildirim piştî şandin Kiriklarê ew avêtin hucreyê. Girtî Turgut Koyuncu, faks ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê re şand û wiha got: “Hevalê me Mehmet Sait Yildirim  bi fermana wezareta dadê şandin yek hucreyê. Ji bo wî têxin hucreyê şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklarê ya Îzmirê. Lê tişa ku bibe sedema wî bişînin hucreyê tune yê. Ew birin hucreya Girtîgeha F-1. Mînaka vê yekê tune ye. Ev me dixe nava fikaran."    TEVÎ OCALAN 9 ROJAN DI ÎMRALIYÊ DE MABÛ   Mehmet Sait Yildirim, piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 21'ê Adara 2013'an de bang kiribû, "Pêvajoya çareseriyê" hatibû destpêkirin. Li ser daxwaza Ocalan di 15'ê Adara 2015'an de tevî 5 girtiyan bi peywira "Erka sekreterya" şandibûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Yildirim li Girtîgeha ÎMraliyê 9 rojan mabû. Yildirim ji ber nexweşiya xwe ya dil sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolu kiribûn. Yildirim, ji Bolu şandibûn Girtîgeha Tipa D a Amedê. ji wir ji şandibûn Girtîgeha tîpa T a Odemişê. Yildirim, ku 9 rojan bi Ocalan re mabû, pirtûka “Li Îmraliyê 9 roj" pirtûk nivîsandiye û di Weşana Aramê de çap kiriye.