10 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Çaksu û Eplî 2017-10-12 15:01:55 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Ersîn Çaksu û Midûrê Karên Nivîsan Harun Eplî her yek rastî 5 meh cezayê girtîgehê hatin.  Rûniştina doza biryarê ya Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ersîn Çaksu û Midûrê Karên Nivîsan Harun Eplî li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Rûniştina ku rojnameger Çaksu û Eplî amade nebûn parêzerên wan amade bûn. Heyeta dadgehê li Çaksu û Epli ji bo her kesekî bi îdîaya "leşkerên dewleta Tirkiye biçûk kirine û mirov ji leşkeriyê sar kirine 6 meh cezayê girtîgehê birî. Piştre li ser halê baş ceza daxistin 5 meh cezayê girtîgehê. Heyetê biryar da ku Çaksu û Eplî heta 5 salan serbest bên venêrtin.