Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 754'an serî li dozgeriyê dan 2018-05-10 10:55:05   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 754’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Muhdî Oztuzun, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 754’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serlêdanên parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 753 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê hey", "Keştî xerabe ye" û "OHAL" hatin redkirin.