Girtiyên nexweş 21 rojin di greva bîrçîbûnê dene 2018-05-10 09:55:04   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa R Menemenê, 4 girtiyên nexweşên giran 21 rojin di greva birçîbûnê de ne. Parêzer Zafer Încîn ê bi girtiyan re hevdîtin kir, destnîşan kir ku dermanê girtiyan nadin wan û dermanê girtiyên nexweş Ehmedê Xemî û Yusuf Bulut ji ser wan qut kirine.    Li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê, girtiyên nexweşîna giran Ergîn Aktaş, Yusuf Bulut (68), Dîcle Bozen û Ehmedê Xemî (18) yên ji Bakurê Suriyeyê, ji ber mafê wan ê dermankirinê hat sînordarkirin û pêkanînên dij mirovahî li ser wan hatin ferzkirin di 20’ê Nîsanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Çalakiya  4 girtiyên nexweş 21 rojin berdewam dike. Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn ê di rojên borî de, bi Dîcle Bozan re hevdîtin kir, daxwazên girtiyan parve kir. Încîn, diyar kir ku wî bi Bozan re hevdîtin kir û wiha axivî: “Piyekî Bozan jêkirine. Roviyên wê li derve ne. Divê demildest bê dermankirin. Girtî li girtîgehê di bin şert û mercên xerab de tên girtin. Ji ber şertên xerab ên girtîgehê, girtî pir tengav bûne û êdî tedawiyê red dikin. Girtiyan bi dehan car daxwazên xwe ji rayedarên girtîgehêre gotine, lê rayedaran heta niha tu bersîve nedaye. Rewşa girtiyan jî her ku diçe xerab dibe. Ji ber helwesta rayedarên girtîgehê, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û nêzîkatiyên girtîgehê heya niha neguhertiye. Girtiyan gotin ku ‘Em dê heta dawî çalakiya xwe dimomînin'."    ‘TENTURISTIYA GIRTIYAN CÎDDÎ YE'   Încîn, destnîşan kir ku rewşa girtiyan pir cîdiye û wiha bi dawî kir: “Pêkanînên li girtîgehê hîn didomin. Bi taybetî Ehmedê Xemî û Yusuf Bulut ê 68 salî ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê derman bixwin. Lê ji ber ku di greva birçîbûnê de ne, dermanên xwe venaxwin. Rewşa wan pir pir xerabe. Ji ber OHAL’ê pirsgirêkên pir cîdî li girtîgehan hene. Girtiyan dernaxin baxçê, qawîşên wan ji hev pir dûrin, pirsgirêka agahî girtinê dijîn, nameyên wan nayên şandin, nivîsên wan ê dixwazin rêbikin derve sansûr dikin an jî naşînin, di şert û mercên baş de nayên derman kirin. Girtî ji ber van pêkanîna gilî dikin. Ji bo ku girtî dawî li çalakiya xwe bînin dixwazin, daxwazên wan bên qebûlkirin, muameleya weke mirovan li wan bê kirin, rûmeta wan neyê şikandin, di şert û mercên baş de bên derman kirin.”