Hilbijartina Iraqê dest pê kir 2018-05-10 09:18:28 ENQERE – Hilbijartina Iraqê ku 329 endamên parlamentoyê heye îro dest pê kir. Hemû sazî û rêxistinên neeweyî û navneteweyî yên ku ji bo hilbijartinê ewle hatine dîtin dê karibin hilbijartinê bişopînin. Piştî encam teqez bû, parlamento, dê karibe di nava endamê xwe de kesekî serokomar hilbijêre. Serokwezîrê ku Serokomar wî hilbijêre jî dê ji Lijneya Wezîran dengê baweriya parlamentoyê bixwaze.  Hilbijartina Iraqê ku ji 329 endamên parlamento (Konseya Nûneran) îro dest pê kir. Hêzên ewlehiyê û peywirdarên hilbijartinê dê îro û sibê biçin ser sindoqan. Dîsa welatiyên Iraqî yên li 20 welatên derve dijîn dê îro û sibê li welatê ku lê dijîn dengê xwe bavêjin sinqodan. Hilbijêrên li Iraqê jî dê di 12'ê Gulana 2018'an roja şemiyê biçin ser sindoqan. Di hilbijartina Iraqê ya partî, namzetên serbixwe, part û rêxistinên ku îtîfaq ava kirine de, 18 herêmên cuda hene. Partî, îtîfaq ango kesên serbixwe ku beşdarî hilbijartinê bibin, divê li Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya di sala 2013'an de bi Zagona Partiyên Siyasî hat avakirin bê tescilkirin.    KOTAYÊN HILBIJARTINÊ   Li Iraqê hin kêmar di hilbijartinê de xwedî kota ne. Xirîstiyanên ku li Bexde, Şengal, Kerkuk, Hewlerê dijîn 5, Êzidiyên ku li Şengalê dijîn 1,  Sakson Sabi yên li Bexdeyê dijîn 1, Şabakên li Şengalê dijîn 1, Kurtên Feylî yên li Wassitê dijîn 1. Kêmar bi giştî dikarin 9 parlamenteran hilbijêrin. Lê ev kes nikarin serbixwe têkevin hilbijartinê. Divê di lîsteya partî û îtîfaqên ku hatine avakirin de têkevin hilbijartinê.    Di lîsteya îtîfaq û partiyan de jî divê herî kêm ji sedî 25 kotaya jinê hebe. Ger ku jin ji sedî 25 neyên hilbijartin jî, di nava jinên ku nehatine hilbijartin û herî zêde deng stendine dê bên hilbijartin.    329 parlamenterên ku ji bo 4 salan tên hilbijartin, zagonên federal qebûl dikin. Lijneya wezîran vedinêre. Hem ji bo tayînkirina hin burokratan, an jî ji bo dûrxistina peywira hin kesan erkê digire ser xwe. Parlamento, di nava xwe de yekî/ê dike serokomar. Serokomar jî an ji partiya herî zêde deng derxistiye an jî ji nava koalisyonê yekî ji bo Serokwezîr hildibijêre. Kabîneya ku Serokwezîr hilbijêre jî divê parlamento bêje erê.    Berê kesê bibe namzetê parlamentoyê, li şûna divê berî her tiştî dîplomaya dibistana bilind stendibe. Lê ev yek hat guhertin û divê ji sedî 20 namzet divê xwedî dîploma bin. Ji bo Kurdên Feylî jî kontenjanek hat diyarkirin. Hêjmara parlamenterên ku berê 328 bûn, derxistin 329 kesan.    KÎ DIKARIN BÊN HILBIJARTIN    Kesên hilbijêr divê di sala hilbijartinê de 18 sal temam kiribe. Dîsa divê zêdeyî 5 salan sûcê wî tune be û di qeydê hilbijêran de hebe. Dema çû ser sindoqê jî divê nasnameya wî û kartên wî yên hilbijartinê li gel wî be. Di bin kontrola hikûmeta Iraqê de dê li Avustralya, Kanada, Danimarka, Îsveç, Misir, Almanya, Îran, Urdun, Hollanda, Tirkiye, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî, Îngiltere dê sindoq bên avakirin û welatiyên Iraqê yên li van welatan dê dikaribin biçin ser sindoqan deng bidin. Hilbijêr dê karibin li ser sindoqên Avusturya, Belçika, Lubnan, Finlandiya, Norveç û Zelandaya Nû jî dê karibin dengan bidin.    TAYBETIYA NAMZETAN    Namzet divê herî kêm 30 salî be. Divê welatiyê Iraqê be. Divê ji sedî 80 dîplomaya wan a dibistana bilind hebe. Divê tev li sûcê dij sincî û ehleqî nebûbe. Divê ne endamê leşkeriyê be. Divê ne xebatkarê Komîsyona Hilbijartina Bilind be. Ji bo hilbijartinê 23 îttifak, 45 partiyên siyasî û 19 namzetên serbixwe bi giştî 87 lîste tev li hilibjartinê dibin. Ev lîste di 15'ê Sibatê de ji Wezareta Karên Hundir û Edalet û Perwerdehiyê re hatin şandin. Di 10'ê Nîsana 2018'an de hat diyar kirin ku dê ji sedî 29 jin, bi giştî 7 hezar û 187 namzet tev li hilbijartinê bibe.    23 MÎLYON HILBIJÊR HENE   Li gorî qeydên herî dawî ji bo hilbijartinê dê 23 mîlyon û 109 hezar û 138 hilbijêr karibin dengê xwe bidin. 253 hesar personel jî dê l ser sindoqan peywirdar bin.  Yên roja hilbijartinê erkdar bin (subay, polis û girtî) dê 10 gulanê (îro) deng bidin. Ji bo hilbijêran 486 navendên hilijartinê û 108 jê girtî bi giştî 2 hezar û 181 îstasyonên hilbijartinê ava bike.    Divê medya jî li gorî rêgezên hilbijartinê tev bigere. Divê wekî hev nêzîkî hemû partî, îtîfaq namzetan bibe.    MA / Huseyin Aykol