Esnafên Geverê ji ber xebatên qeyûmê bi hêrs in 2018-05-10 09:17:45   COLEMÊRG - Welatî û esnafên Geverê ji ber Qeyûma Geverê xizmeta binesaziya bajar nake bi hêrs in. Esnafan, diyar kirin ku ji ber Qeyûm xizmeta rê û kolanan nake, her ku baran dibare her der dibe herî û dema zuha dibe jî her der dibe toz û xwestin qeyûm biçe.     Qeyûmê Şaredariya Geverê ku li projeya DBP'ê ya 2009'an xwedî derket û wekî projeya xwe nîşan da, 2 salin hêj temam nekiriye. Ji ber ku rê û kolan hatin xerakirin û 2 salin nayên nûkirin, li navçeyê her ku baran dibare her der dibe herî, her ku kolan û rê zuha dibin jî her der dibe toz. Di baranê de her ku maşîne di rê de diçin tev dibe herî, di rojên zuha de jî her ku baran dibare her der dibe toz. Bi taybetî li taxên Cuhmûriyet, Gongur, Orman, Kişla Berê yên  di qedexeya kolanan de hatin xerakirin, binesazî tev hatiye xerakirin. Di baranê de herî û havînan jî toz gelek zêde ye. Li Qada Azadiyê ya rawestgeha dolmîşê gundan ya çûn û hatin gelek zêde ye, ji ber binesazî xerabe ye, welatî bêzar in.    EZNAF BÊZAR IN    Yek ji esnafên Geverê Aydin Orbay diyar kir ku Gever du sal in, di nav toz û heriyê de dijîn û ev bandorek neyînî li ser karê wan ê kirîn û firotinê dike. Esnaf Orbay, anî ziman ku qeyûm her der xera kir, lê niha rast nake û wiha got: "Kolana ku esnafên wê zêde ne, ji ber zêde maşîne diçin û tên herî û toza wê zêde ye. Ji ber kolan xerabe ye welatî kêm tên vir. Êdî ji ber ku mirov hindik tên vir wekî berê em nikarin bazirganiyê bikin. Her der bûye cahl û herî. Me heta niha gelek caran serî li Qeyûmê da. Lê tu tişt nekir."    'EM QEYÛMÊ NAXWAZIN'   Esnaf Ahmet Kir jî, bi çekpasa ku pê heriya kolanê paqij dikir bertekên xwe anî ziman û got: "Me bi dehan caran serî li rayedarên şaredariyê da. Lê tiştek nehat kirin. Kolan xera kirin, lê dîsa nû nekirin. Qada Azadiyê bûye qada herî û tozê. Dema şaredarî di destê DBP'ê de bû, her der pir paqij bû. Em Qeyûm naxwazin. Bila heriya xwe jî bibin û biçin. 2 sal in em perîşan bûne. Em herî û tozê naxwazin."