Gundiyan ji bo ‘qedexeyan’ îsyan kirin: Em ajalên xwe difiroşin û di înşeatan de dixebitin 2018-05-10 09:16:42   COLEMÊRG - Gundiyên goma Çîmenlî ya gundê Gêman a navçeya Çelê, ji ber qedexeyên li herêmê ajalên xwe difiroşin, koçî rojava  dikin û di înşeatan de dixebitin. Gundiyan, diyar kirin ku êdî ew dixwazin axa wan azad bibe û bi awayekê azad sewalkariyê bikin.    Li Colemêrgê, gundî êdî nikarin ji ber qedexeyên zozan û goman ên berî 2 salan hatin destpêkirin sewalkariyê bikin. Li bajêr tekane jêderka debara gel çandinî û sewalkariye, lê ev jî gihaye asta qedandinê. Gundiyên lig oma  Çîmenli ya gundê Gêman a navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji bo qedexeyên heyî îsyan kirin.    SEWALÊN XWE FIROTIN, DI ÎNŞEATÊN ROJAVA DE DIXEBITE   Îsa Kiliç ê bi salên dirêje bi sewalkariyê debara malbatê dike, diyar kir ku ji ber qedexeyên heyî sewalên xwe firotin û wiha axivî: “Piştî min sewalên xwe  firotin, ez çûm bajarên rojava û di înşeatê  de xebitîm. Bi vê yekê em nikarin derbara malbatê bikin. Em neçarin sewalkariyê bikin. Êdî zozan ji bo me nehiştin. Hemû cih qedexe kirin. Di demên derbas bûyî de me li ser sînorê Qilabanê heya sînorê Çelê sewalkarî dikir. Lê, niha ji ber qedexeyan qada ku em ajalên xwe lê biçêrin nemaye. Ger em neçin zozanan em nikarin li vê derê sewalên xwe xwedî bikin. Ji ber germahiya avhewayê sewalên em dimirin. Tekane çareya me zozanin.”   ‘EM DIXWAZIN LI SER AXA XWE BI KEYFXWEŞÎ BIJÎN'   Kiliç bal kişand ser daxuyaniya “Dê qedexeyên zozanan rabin” ên Tayyîp Erdogan û wiha got: “Erdogan ev soza xwe bi cih ne anî. Em dixwazin axa me azad bibe. Bila axa me azad berdin. Ji ber qedexeyên li herêmê em pirsgirêkên derbarê dijîn. Em diçin rojava û di înşeatan de dixwebitin. Ez çûm. Lê min nekarî li wir bimînin û vegeriyam. Niha hemû ciwanên em çûne rojava û di înşeatan de dixebitin. Lê heqdestê wan têra wan nake. Em tenê dikarin li gundê xwe debara xwe bikin. Ger qedexe bi dawî bibin, dê hemû kes vegerin gundê xwe. Em dixwazin li ser axa xwe bi keyfxweşî bijîn. Em dixwazin li mala xwe ligel zarokên xwe bin.”   'BAZIRGANIYA SÎNOR JÎ QEDEXE KIRIN'   Musa Kiliç jî, diyar kir  ku gundê wan li ser sînorê  Iraqê ye û wiha axivî: “Axa me bi xêr û berekete. Berî qedexeyan me çandinî dikir, ajal xwedî dikirin û li ser sînor bazirganî dikir. Êdî bazirganiya sînor jî zedexe kirin. Zozan û gom jî qedexe kirin. Gelo emê bi van qedexeyan çawan bijîn? Xeta avê ya tê gundê me, dikeve herêmên qedexe. Gava şebekeya avê dixetime, bi rojan em bê av dimînin. Heya qereqol destûr nede em nikarin herin boriya avê çêbikin. Bila êdî destê xwe ji ser zozanên me bikêşin. Em dixwazin êdî li ser axa xwe azad bijîn.”    ‘LI GUND HEYWAN NEMAN’   Kiliç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berî çend salan her gundiyekê gelek pez û dewarên wan hebûn. Lê niha pez û dewaran xwedî bikin. Ji ber ku em gîha nebînin, hemû kesê pez û dewarên xwe firotin. Li gund niha dewar tune ne. Her gundiyekê ji bo şîr çend bizin hiştine. Ji ber vê yekê aboriya gundiyan têk çûye. Em li hemberî van hemûyan bi bertekin.”    MA / Hamza Gunduz