Dê xala sereke ya danezana HDP’ê demokratîkbûyîn be 2018-05-10 09:14:44 ENQERE –Dê HDP di serê hefteyê de hem ji bo hilbijartina parlementeran hem jî ya serokomartiyê danezana xwe aşkere bike. Dê kampanyayeke li ser asasên rizgarbûyîna ji serdema tarî ya Tirkiyeyê û demokratîkbûyînê bir ê ve bibe.  Ji bo hilbijartinê her diçe wext kêm dibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di çarçoveya hilbijartinê de roja Duşemê sozên xwe yên hilbijartinê aşkere bike. Dê HDP hem ji bo hilbijartina parlementeran hem jî ji bo ya serokomartiyê du danezanan aşkere bike. Dê di herdu danezanan de “serdema derbasbûyînê” û “demokratîkbûyîn” bê destnîşankirin.    Dê tevî kampanyaya hilbijartinê ya namzetiya serkomariyê ya Selahattin Demirtaş, kampanyaya hilbijartina parlementeran a HDP’ê civîneke danasîna hevpar bê çêkirin. Dê di civînê de ewil danezana Demîrtaş bê daxuyandin, paşê jî danezana hilbijartinê ya partiyê bê xwendin.    Hat diyarkirin ku dê herdu danezan jî nêzî hev bin û hevdu temam bikin. Dê di danezanan de formula xelasbûna ji “serdema tarî” ya Tirkiyeyê xwe bidin der. Dê di danezanan de tiştên piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an û referanduma 16’ê Nîsanê li Tirkiyeyê rû dan bên destnîşankirin û dê li hemberî berpirsiyarê vê rewşê îktîdarê bê destnîşankirin ku alternatîfeke hêzdar bivênevê ye.