Gotin di 'Pevçûnê de mir' di laşê wî de şopên guleyan tune 2017-10-12 14:53:24 MÊRSÎN - Di pevçûna li Koycegîza Muglayê de hatibû îdiakirin Musa Arslan jiyana xwe ji dest daye, apê wî Abdulselam Arslan diyar kir ku wî cenazeyê biraziyê xwe ditiye û wiha got: "Tenê şopên hin derban hebûn. Di guh û qalçeya wî û li ber lebatên wî yên zayendî şopên reş hebûn. Difikirim ku bi îşkenceyê hatine kuştin." Hatibû îdiakirin di 5'ê Cotmehê de li navçeya Koycegîzê ya Muglayê "pevçûn derketiye" ji 5 kesan cenazeyê Musa Arslan û Rojhat Seçkîn cenazeyên wan teslîmê malbatên wan kirin. Beyî ku "Rapora muayeneya mirî" û "Rapora otopsiya pêşîn" bidin malbat û parêzeran, cenaze bi lez û bez teslîm kirin.   Cenazeyê Arslan ji Muglayê heta Mêrsînê qet nehat rawestandin, polîsan dest danî ser cenaze. Maşîneya cenaze di ketina bajêr de hat rawestandin, ji vir birin Goristana Guneykentê. Malbatê xwest ji bo wecîbeyên olî li malê pêk bîne, lê polîsan destûr neda vê yekê û bi zora polîsan hat definkirin.   'MIN TENA SERÊ XWE DEFIN KIR’    Abdulselam Arslan da zanîn ku wî cenazeyê biraziyê xwe dîtiye û agahiyên balkêş da. Arslan aşkera kir ku di cenaze de şopên guleyan tune û wiha axivî: "Heta me çû cenaze anî me tirsek mezin derbas kir. Dema me cenaze girt û em vegeriyan, di ketina bajêr de polîsan pêşiya me girt û cenaze bir goristanê. Nehiştin em cenaze bibin malê. Niha jî bi hinceta destûra walî tune, em nikarin konê sersaxiyê daynin. Me di çavdêriya polîsan de bi tena serê xwe cenaze defin kir."   'ŞOPÊN GULEYAN TUNE'   Arslan aşkera kir ku di dema şûştina cenaze de ew li gel mele bûye, cenaze bi baldarî şopandiye û wiha pê de çû: "Di laşê wî de şopê guleyan tune bû. Tenê şopên hin derban hebû. Di guh û qalçeya wî û li ber lebatên wî yên zayendî şopên reş hebûn. Difikirim ku bi îşkenceyê hatine kuştin. Şopên guleyan tune dibe bi çekên kîmyawî hatibin kuştin."   ‘DIBE ÎNFAZ KIRIBIN’    Arslan got ku ew di fikra înfazê de zelal e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedî 90 înfaz e. Rapora otopsiyê jî nedan. Gotin hûn dikarin piştî 3 mehan bigirin. Ev bûyer înfaz e û dixwazin li ser bûyerê bigirin."