Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên xwe lezandin 2018-05-10 09:12:38 STENBOL – Her diçe hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nêzîk dibe. Lê belê ligel vê mijara ku zêde xwe dide der jî ewlehiya sindoqan e. Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya sindoqan di serî de li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê û bi tevahî li hemû bajaran xebatên xwe yên di vî warî de lezandin.  Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê, ji bo li Tirkiyeyê hilbijartin bi awayekî adilane û ewlehiyî pêk bên, di 20’ê Çileyê de damzerandina xwe îlan kirin. Heta niha Meclîs li 20 navçeyên Stenbolê xwe bi rêxistin kiriye û ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê xebatên xwe lezandin. Meclîs heftê çend rojan li hev kom dibin û der barê ewlehiya hilbijartinê de mirovan agahdar dikin. Di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê gelek meclis hatin avakirin û dê ev yek li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bibe.    ‘LI GORÎ DÎROKA HILBIJARTINA ZORDEST ME XEBATÊN XWE LEZANDIN’   Endamê Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê Cemal Akkaya diyar kir ku wan dizanibû dê hilbijartinê pêşwext pêk bê, lê wan nizanibû dê evqasî zû çêbibe û ew ê xwe li gorî pêvajoya hilbijartinê amade bikin. Akkaya got: “Çawa hilbijartina zordest hat daxuyandin me jî komîsyonên xwe ava kirin. Komîsyon faeliyetên xwe bi awayekî cidî dikin, komîsyonên ewlehiya hilbijartinê ava kirin û xebatên xwe didomînin. Her wiha hevalên me yên di komîsyonan de bi derdora xwe re jî pêwendiyê datînin. Em înîsyatîfeke herêmî ne ku aramanca wê ew e ku bi hev re hilbijartineke adil çêbibe û vîna gel neye binpêkirin. Ji xeynî Enqere û Îzmîrê li bajarên din jî xebatên me yên rêxistinbûyînê hene, lê belê bajarên din jî bi awayekî zêde daxwaz dikin. Em li Stenbolê li ser standan qeyda muşahîdên dildar çêdikin.”    Akkaya destnîşan kir ku di demeke kurt de mirov di bin banê Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê de hatin gel hev û ev yek hîn jî didome. Akkaya diyar kir ku li ser civakê tirs û çewisandineke heye, loma mirov dixwazin bikin. Akkaya bi lêv kir ku di dema referanduma 16’ê Nîsanê de nêzî 18 milyon mirov li mala xwe rûniştin û deng hatin dizîn û got: “Nûnerên partiyên siyasî dogotin ‘hûn meraqan nekin çi hewce be em ê bikin’ û 18 milyon mirov li malên xwe rûniştin û li tiştan rû dan temaşe kirin. Ev meseleyeke pir girîng e, divê wisa nebe. Divê civak, her ferd heta dawiyê dengê ku daye bişopîne, xwedî lê derkeve. Çimkî ew deng pêşaroja wî diyar dike.”      Ferah Kokmen jî destnîşan kir ku Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê tevgereke demokrasiyê ye û înîsyatîfeke derî partiyên siyasî ye ku doza demokrasiye dike û ji bo demokrasiyê tev digere. Kokmen, diyar kir ku heta niha li nêzî 20 navçeyên Stenbolê û li tevahiya Tirkiyeyê jî li nêzî 10 bajaran wan Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê bi rêxistin kirine û got: “Û hîn jî bi awayekî lez û bez rêxistinbûyîn didome.”    'EM JI BO MUDAXILEYÊ BANG LI HERKESÎ DIKIN’    Kokmen got: “Em wisa difikirin ku mafê her hilbijêrî heye ku mudaxilî hilbijartinê bibe. Çi di dema dengdayînê, çi bi riya partiyên siyasî, çi wekî muşahîd û çi jî li ser sindoqan wekî çavdêr. Divê wekî welatiyekî ku di dema hejmartina dengandan de mudaxilî pêvajoyê bibe. Em bi meclîsên xwe tevî xebatakaran daxilî mudaxileyê ne. Hem jî em bi kê re pêwedniyê datînin em wan ji bo mudaxileyê vedixwînin. Em belavokan belav dikin. Mase û standan vedikin. Bi awayekî berbiçav jî em daxwaza endamtiya desteya sindoqê û muşahidiyê dikin. Em ê van hûrguliyên di dest xwe de bi partiyên siyasî re parve bikin.”    MA / Bilal Seçkin