Ji ber ocaxên keviran ên li nav taxê hindik maye xaniyên wan birûxin 2018-05-10 09:11:12   WAN – Li Taxa Bostanîçiyê li ber taxê ocaxên keviran hatine çêkirin. Şêniyên taxê ji ber ocaxên kevirî nizanin dê çi bikin. Şêniyên taxê anîn ziman ku ji ber peqîna dînamîtan qurf dikeve nava wan û her wiha xaniyên wan jî zirarê dibînin.    Li ser gelek gir û çiyayên girêdayî navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê gelek ocaxên keviran hatine çêkirin. Hin ocaxên keviran ên li ser hin giran talûkeyeke mezin didin der. Li Taxa Bostanîçiyê ocaxeke keviran 100 metre dûrî mala ye û ji ber vê şêniyên taxê ditirsin.    Zinarên mezin bi dînamîtan tên perçekirin. Dema dînamît tên teqandin qurf dikeve nava çêniyên taxê û tax din av toz û duxanê de dimîne. Şêniyên taxê dixwazin ocaxên kevirî bên rakirin.    ‘JI 4 OCAXAN TENÊ YEK JÊ HAT GIRTIN’    Senar Keleş, bi lêv kir ku ji ber dînamîtan hindik maye xaniyên wan birûxin û got: “Ji ber teqînê qelş li dîwarên malên me ketin. Tax di nav toz û duxanê de maye. Êdî em nikarin li taxa xwe bijîn.” Keleş, diyar kir ku li taxa wan 4 ocaxên kevirî hebûn û ji bo ev ocax bên rakirin wan serî li dadgehê daye, lê belê tenê ji bo yekê biryara rakirinê hatiye dayîn. Keleş bi lêv kir ku, lê hersêyên din bi awayekî çalak dixebitin û got: “Ji ocaxa paş mala carinan dengeke wisa tê ku, xaniyê me diheje. Bêyî ku hayê me pê bixin diteqînin. Di her teqînê de zarok ji xewê hişyar dibin.” Keleş xwest demildest ocaxên kevirî bên rakirin.    ‘EM DIBÊN QEY ERDHEJ ÇÊDIBE’    Songul Çîgdem jî, anî ziman ku ji ber dînamîtan ew ditirsin û got: “Dema qamyon keviran ji ocaxê dikişînin her der dibe toz û duxan. Dema dînamît tên teqedandin wekî erdhej çêbûbe erd diheje. Carinan perçeyên keviran tên heta nav taxê. Êdî em naxwazin dînamît bên teqandin. Em dixwazin ocaxên kevirî ji taxa me derxînin.”    'GILIYÊN ME BÊ BERSIV DIMÎNIN’    Bedrî Keleş jî, destnîşan kir ku salek berê wî xaniyê xwe çêkiriye, lê belê ji ber peqîna dînamîtan qelş lê ketine. Keleş xwest ocaxên kevirî ji taxa wan bên rakirin. Keleş destnîşan kir ku wan ji bo rakirina ocaxên kevirî gelek caran serîlêdan pêk anîne, lê belê giliyên wan bêbersiv mane. Keleş diyar kir ku ew gelek caran çûne cihên ku ocaxên kevirî lê ne, lê belê polîs û cendirme mudaxileyî wan dikin. Keleş got: “Me gilî kir, lê xwediyên ocaxan dibêjin ‘ruxseta me heye, hûn diçin kuderê biçin lê em ê ocaxên xwe negirin. Êdî em heyirî mane ku em biçin kuderê û serî li kê bidin.”