Bersûcên DAIŞ'ê bi temamî serbest in 2017-10-12 13:47:17   AMED – Bersûcên DAIŞê yên di bûyera li Amedê ku jê 2 polis û 7 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin de hatin girtin di rûniştina 5’emîn de şertê berdana bi konrol ji ser wan hat rakirin. Endamê DAIŞ'ê bi temamî serbest in.    5'emîn Rûniştina doza 18 bersûcên doza kuştina 2 jê polîs 7 endamên DAIŞ'ê yên di 26'ê Cotmeha 2015’an de li Amedê pek hat li 5'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 18 bersûcên ku di rûniştina 4'emîn de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û parêzerên wan tev li rûniştina dozê bûn. Di rûniştina doza ku der barê bersûcan de biryara ji 15 rojan carekê îmze dihat xwestin  biryar hat dayîn ku şertê kontrola îmzeyan ji ser wan bê rakirin. Heyeta dadgehê doz taloqî 13'ê Adara 2018'an kir.