52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP'ê û Demirtaş 2018-05-09 21:15:29   NAVENDA NÛÇEYAN - 52 rêxistinên demokratîk ku li ewropa xebatê dimeşînin, bi daxuyaniyekê piştgirî dan HDP'ê û namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş.    52 rêxistinên demokratîk ên ku ji saziyên kurd, tirk, Laz, Ermeni, Çerkez, Suryanî, Êzidî, Elevî, Xirîstiyan, Misilman û hemû gelên bindest pêk tê, bi armanca piştgiriyê bidin HDP'ê û Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî dan. Nûnerên 52 rêxistinan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Kolnê daxuyanî dan û piştgirî aşkere kirin. Li gel nûnerên rêxistinan nivîskar, rewşenbir, siyasetmedar, akademisyen û gelek hunermend jî amade bûn. Li ser navê rêxistinan Hevberdevkê HDK-Ewropa Demir Çelik daxuyani da. Çelîk di daxuyaniyê de diyar kir ku ew wekî Kurdistanî û saziyên Tirkiyeyê yên li Ewropa dijîn, bi armanca jiyanek wekhev, aştiyane, hevpar û demokratîk pêk bînin, dixwazin biryara xwe ya têkoşîna hevpar bi raya giştî re parve bikin.