2 kes li Hatayê hatin girtin 2018-05-09 17:20:29   HATAY - Li Hatayê 2 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.    Li navçeya Îskenderuna Hatayê welatî O.Ş. ê bi hinceta parvekirinên tora medya civakê hat  binçavkirin, piştî îfadeya wî ya li Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewqî Edliya Îskenderunê hat kirin. Dozger ê îfadeya O.Ş. girt, bi îdîya li ser tora medya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman îdîaya derbarê O.Ş. de biryara girtinê da û şand girtîgehê.     Hat diyar kirin ku Ramazan H. ê bi îdîaya endamê YPG’ê ye, yê li navçeya Kirikhan a Hatayê hat binçavkirin, sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê der barê Ramazan H. de biryara girtinê da û şand Girîgeha Hatayê.