Demîrtaş: Ez serdana Înce bi wate û girîng dibînim 2018-05-09 17:05:00   ENQERE  - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî serdana namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê, peyamek şand û got: “Ez serdana Înce girîng û bi wate dibînim.    Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî, piştî Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Mûharrem Înce çû serdana wî, peyamek şand.   Peyama Demîrtaş wiha ye: “Beriya her tiştî ji bo serdana Mûharrem Înce, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim. Li welatê me, ji zû ve ye bêedaletî li her derê berdewam dike. Ji bo min girîng û bi wateye ku vê serdana Înce di şexsê min de balê dikişîne ser bêedaletiyan. Ez û hevalên min, em di girtîgehan de wekî dîlên siyasî ne. Mixabin derve jî wekî girtîgehek servekirî ye. Bêedaletiyên wekî şertên Rewşa Awarte, medyaya yekdeng, gefa avêtina ji kar û girtinan, pêvajoya hilbijartinê di çarçoveyek newekhev de didomîn e. Ez hêvîdar im ligel vê bêedaletiyê dê hilbijartin pêşiya demokrasî, azadî û aştiyê veke. Ez hêvîdarim ziman û şêwazê çêker û erênî yê namzet û partiyan dê dûrketina beşên civakê ji holê rake. Ev serdana Înce ji peyamek siyasî wêdetir, mînakek hevgirtina mirovahiyê ye. Fikrên me yên siyasî cihê be jî, em ê di dawiya pêvajoya hilbijartinê de tevkariyê li hevkirinên civakî û çanda aştiyê bikin. Gelê me tiştên baş heq dikin. Ligel hemû astengî, zorî û zehmetî ji bo temsîliyeta bi rûmet a kesên mazlûm ez û partiya min, em ê kampanyaya hilbijartinê bi vê ferasetê bidomînin.   Bi vê wesîleyê ez serkeftinê ji wî re û ji namzetên din re dixwazim û ji ber serdana wî ya mirovî, bi rêzdarî spasiyên xwe pêşkêşî Înce dikim. Hêvîdar im hilbijartin ji bo gelê me û welatê me tiştên baş bi xwe re bîne.”