Şêniyên Xaçortê: Polîs her êvarê heqaretê li me dikin 2017-10-12 14:32:09 WAN – Şêniyên taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê diyar kirin ku her êvar polîs li kolanan bi maşîneyên zirxî digerin û heqaretê li wan dikin.  Li taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê her êvar polîs bi dehan maşîneyên zirxî dikevin taxê û heqaretê li şêniyên taxê dikin û bombeyên gazê diavêjin derdorê. Li ser dîwaran nivîsên “TEM, POH û JOH” dinivîsînin û polîs bi gef û heqaretan welatiyên li derve ditirsînin. Welatiyan diyar kir ku polîs sirûdên nijadperest vedikin û hev rewş her êvar li taxê dûbare dibe.    'BOMBEYÊN GAZÊ BER DIDIN’    Şêniyêk nexwest navê xwe bide da zanîn polîs li kolanên Surmelî, Mahîr û Mucahît digerin û bi awayekî kêfî bombeyên gazê ber didin kolanan. Welatî diyar kir ku ji maşîneyên zirxî her tim Sirûda Îstîklal lê dide û got: “Bêyî ku li taxê bûyerek hebe, polîs li taxê digerin. Du roj beriya niha dîsa hatin taxê û nêzî 2 saetan bombeyên gazê berdan kolanan.”    ‘HEQARETÊ LI ME DIKIN’    Ji şêniyan Fatma Duman jî wiha got: “Li taxê bûyer û çalakî tune ne jî dîsa polîs tên taxê û mirovan binçav dikin. Polîsên tên taxê heqaret li me dikin. Pêkanînên salên 90’î li ser me pêk tînin. Ya îro tê kirin jî ji wan salan ne cuda ye.”