Di îdîanameya Prof. Dr. Hamzaoglu de pirtûk sûc hatin dîtin 2018-05-09 15:02:57   STENBOL - Dozger îdîanameya der barê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan HDK yê girtî tê darizandin Prof. Dr. Onur Hamzaoglu de amade kir. Dozger bi îdîyaa “propaganda rêxistinê kiriye" û “gel li dijminantiya sor kiriye" îdîaname amade kir. Dozger pirtûk û wêneyên li mala Hamzaoglu hatin dîtin delîlên sûc nîşan da.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Serpil Kemalbay û Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê girtî tê darizandin jî di navde 11 siyasetmedaran de îdîaname amade kir.  Piştî TSK’ê di 20'ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê operasyona hewayî û bejayî da destpêkirin, di 4'ê Sibata 2018’an de Kemalbay, Hevparên HDP'ê, partî û rêxistinên demokratîk, HDK û KCD'ê daxuyanî dan û gotin "Ev dagirkerî ye. Em li pişt gelê Efrînê ne" û xwestin operasyon bê rawestandin. Dozger piştî îdîaname amede kir gotina daxuyaniyê ya "Dawî li dagirkeriya Efrînê bînin" wekî ku Komara Tirkiye biçûk dike û sucdar dike pênase kir. Dozger parast ku operasyonê bê îtîbar dike û propaganda PKK/KCK'ê dike.    Dozger disa pirtûkên ku li mala Hamzaoglu hatin ditin wekî sûc nîşan da. Dozger pirtûka Tugçe Tatarî ya “Anneanne Ben Aslında Diyarbakır’da Değilim”, û pirtûka Murat Karayılan a “Bir Savaşın Anatomisi” û pirtûka “Demokratik Toplum Kongresi Kürt Sorununun Çözümü İçin Demokratik Özerklik” wekî delîlên sûc nîşan dan. Dîsa pirtûka Mustafa Sonmez a “Kürt Sorunu ve Demokratik Özerklik” jî dîsa wekî delîla sûc nişan da.    WÊNEYÊN YUKSEKDAG Û DEMÎRAŞ JÎ DELÎL NÎŞAN DAN   Dozger Pankartên aydî Kongreya Demokratîk a Gelan, nameyên Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag yên ji girtîgehê nivîsandinbûn, wêneyên Nuriye Gülmen û Semih Özakça jî wekî delil hatin nîşandan.    Di îdîanameyê de Hevserokê SYKP, Ahmet Kaya, Wekîlê Serokê ESP û Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalist SKM Fadime Çelebi, Hevberdevka Kongrya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyiğit,  Cîgira Heveroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu Kok, Hevseroka Partiya Çepkir û Keskan Naci Sonmez û Ozlem Eylem Tuncaelî, Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatimoğullari wekî kesên şikdar hatin dîtin.