5 kes li Wanê hatin binçavkirin 2018-05-09 14:23:42   WAN - Li navçeyên Westan û Miksê yên Wanê di serdegirtina mala de 5 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Westan û Miksê yên Wanê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevserokê DBP’a Westan Bulent Aydin jî di nav de 5 kes binçav kirin û birin Midûryeta Polîsan a Westanê. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Bulent Aydin, Turan Varol, Sertîp Sezer, endamên Meclîsa Şaredariyê Ehdînur Elbîr û Fahrettîn Agbal.”