Adiyamanê HDP'î leşkerê hat lînçkirin ziyaret kir: Tim gef lê xwarine 2018-05-09 14:01:46   ÎDIR- Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, li Agiriyê leşker Fikret Aydemîr ê ji ber ku bi Kurdî stran stîrî, rastî lîncê hat, ziyaret kir û got: “Aydemîr, ji wan re got ku ev demek dirêj bû du leşkeran gef li wî dixwarin.”   Leşker Fehmî Aydemîr ê li Qereqola Fehmî Altinordu ya Beşa 9’emîn a Çiyayê Agirî leşkertî dikir, ji ber bi Kurdî stran stirî hat linçkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman Fikret Aydemîr li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ziyaret kir. Adiyaman, diyar kir ku bûyer di 08’ê Nîsana 2018’an de pêk hat û wiha axivî: “Aydemîr piştî bûyerê rakirin nexweşxanê. Aydemîr ê emeliyeta mejî derbas kir niha rewşa wî başe. Me bi Aydemîr re li ser bûyerê axivî. Ji min re got ‘Ev demek dirêjbû du leşkeran belaya xwe li min dabûn. Roja bazarê gava ez daketim gazînoyê yek ji wan ez paşling kirim. Li wê derê me şer kir û li min dan. Min ne dizanî çima tim gefan li min dixwin.’ Malbat Aydemîr jî tiştên wî gotî piştrast dike. Me  ji malbatê re got derbas bûyî be û emê şopdarê bûyerê bin.”   ‘JI BER KU BI KURDÎ STRAN GOT HAT LÎNÇKIRIN’   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan li ser hesabê xwe  yê twîtter derbarê linç kirin a  Aydemîr ê li ser nifûsa Wanê qeyd kiribû, daxuyanî dabû û gotibû ji ber ku bi Kurdî stran gotin hat lînçkirin.