Taviya baranê li Şirnexê jiyan rawestand 2018-05-09 13:37:51   ŞIRNEX -  Li Şirnexê ji ber taviya baranê avê da ser gelek mal û kargehan, rêyên qayûman çêkiribûn jî tebiqîn û zeviyên çandî zirarek mezin dîtin.   Li navend û nevçeya Elkê ya Şirnexê ji ber taviya baranê ya du rojin dibare, jiyana welatiyan rawestiya. Hîna jî li navenda bajêr baran dibare û welatî zehmetiyan dikişîn in. Avê da ser gelek kargeh û malên di jêrzemînin da û hemû jêrzemînên avahiyên TOKÎ yên piştî qadexeya derketina derve ya li bajêr hatin çêkirin jî, tije av bûn.     PIR HILWEŞIYAN Û ZEVIYAN ZERAREK MEZIN DÎT    Li navçeya Elkê jî hîna baran dibare û avê da ser gelek mal û kargehan. Xwendekarên xwestin ji dibistanê vegerin malên xwe di rê de man û rêyên qeyûman çêkirin jî tebiqîn. Çemê Xabûrê ya ji ber taviya baranê bilind bû zirarek mezin da bax, baxçe û zeviyên çandî yên derdorê. Hin pir rûxiyan û gundiyên nekarin bên navenda bajêr vegeriyan gundên xwe.