Komîseriya Bilind a NY'ê: Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye 2018-05-09 12:46:20   CENEVRE - Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Ra’ad Al Hussein, diyar kir ku ji bo li Tirkiye hilbijartinek bi ewle û asayî pêk bê divê OHAL bê rakirin û got: "Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye"    Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Ra’ad Al Hussein, diyar kir ku OHAL li dijî Peymana Mafên Polîtîk û Sivîl ên Navneteweyî ye û wiha got: "Ji bo li Tirkiye hilbijartinek bi ewle û asayî pêk bê divê OHAL bê rakirin Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye"  Zeid Ra’ad Al Hussein, anî ziman ku di şertê OHAL'ê de hilbijartinek wekhev, adîl û azad pêk nayê û hilbijartin dê ne bi ewle be û wiha got: "Hilbijartina ku di nava şert û mecrên demokratîk, azad, hiqûqê de pêk bê, dê bêtir rewa û ewle be. Dijberi vê yekê dê bêîstîkrarî zêde bike. Hilbijartina ku li gorî zagonan pêk bê, dê kêrî gelên Tirkiye bê."