Seçkîn ê li Muglayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2017-10-12 14:19:28 AMED - Rojhat Seçkîn ê hatibû îdiakirin li Koycegîzê jiyana xwe ji dest daye, li Amedê hat definkirin. Kesên cenaze şûştin dan zanîn ku di laşê Seçkîn de şopên şewatê û birînên mezin hene. Hatibû îdiakirin ku li çoltara Toparlar Şelalesiyê ya navçeya Koycegîza Muglayê pevçûn derketiye û di pevçûnê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rojhat Seçkîn (Alîşer Munzur) ê cenazeyê wî hat girtin li Goristana Yenîkoy a AMedê hat definkirin. Di merasîmê de gelek kes amade bûn.   ‘HETA ZILIM HEBE...’   Piştî cenaze hat definkirin girseyê deqeyekê rêz girt. Piştî diayan Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça axivî û ji gelê kurd re sersaxî xwest û ev tişt got: "Heta li ser axa me zilim hebe, dê zarokên me li dijî vê tê bikoşin." Dayik Sebîha Seçkîn jî ji bo kurê xwe helalî xwest û heqê xwe jî li kurê xwe helal kir û ev tişt got: "Mûm û şemal rêya te ronî bikin. Em li hemberî têkoşîna te bejna xwe ditewînin. Serê min her dem bilind e."   Piştî merasîma definkirinê malbat der basî Êlihê bû û dê li Êlihê serlêdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.   ÎDIAYA ÎNFAZÊ!   Welatî û melayên ku cenaze şûştin diyar kirin ku guleya ku di parsuyên wî yê çepê re lê ketiye, di aliyê rastê re derketiye, di sing û piyên wî de de şopên şewatê hene. Dîsa îdiayeke din jî di pişta stûyê wî de şopê guleyekî heye. Heman kesan aşkera kir ku bi amûrekî li serê Seçkîn dane û îşkence li wî hatiye kirin.   JI LEŞKERIYÊ FIRAR KIRIBÛ!   Seçkîn ê 26 salî ji navçeya Hezoyê ya Êlihê ye, 4 sal berê dema li navçeya Sokeyê ya Aydinê leşkerî dikir, fermandarê (bînbaşi) gefa "Ez ê te ji vir zindî dernexin" gef li Seçkîn xwaribû, hêj 4 meh bû leşkerî dikir, firar kiribû û tev li PKK'ê bûbû.