Doza Muglayê bi astengiyan dest pê kir 2018-05-09 12:41:42   MUGLA - Yekemîn danişina doza 15 kesên piştî înfaza 6 endamên HPG'ê yên li Muglayê hatin binçavkirin û girtin li Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hat dîtin. Rojnameger û malbatên bersûcan hilnedan hundir.    Yekemîn danişîna doza Muglayê ya bi îdîaya 6 HPG’iyên di Cotmeha 2017’an de bi saxî hatin girtin û dûre hatin înfazkirin a der barê 15 kesan de vebû, dest pê kir. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Muglayê hat dîtin, xizmên bersûc û rojnamegerên kartên çapemeniya zer tuneyî negirtin hûndir.   Di 4-5 û 6 Cotmeha 2017’an li çolterên navçeyên Koycegiz û Seydîkemer yên Muglayê bi îdîaya 6 HPG'î ne bi saxî hatin girtin û dûre hatin înfazkirin. Piştre bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Muglayê 15 kes hatin binçavkirin û girtin. Yekemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Muglayê dest pê kir. Berî danişînê derdora Edliya  Muglu bi korîdora ewlekariyê hat girtin. Hemû bersûcên girtî anîn salona danişînê û parêzerên wan jî beşdarî danişînê bûn. Dadgehê destûr neda xizmên bersûc û rojnamegerên kartên çapemeniya zer tuneyî beşdarî danişînê bibin. Hat diyar kirin ku piştî tespîta nasnameyan û xwendina îdîanameyê danişînê dest pê kir.   Di îdîanamê de ji bo kesên hat gotin endamên HPG’ê ne Ekrem Altay (Gabar), Veysî Şengîl (Kamuran), Velat Aşan (Ferhat), Mehmet Can Yîgîrer (Fîraz), Muhammed Reşo û Serbest Şenlîk, bi îdîaya “Endamên rêxistina terorê ya bi çek”, “Di belgeyên fermîde sextekarî kirin”, “Ji bo peywira xwe nekirin, li ber xwe dayîn”, “Madeyên taloke bê destûr ligel xwe girtin” û “Gele û çek li ser xwe girtin” cezayê girtîgehê hat xwestin.    Ji bo Adnan Yigirer, Mustafa Yiginer, Bahtiyar Şenglîk, Senar Şenlîk, Tahîr Şenlîk û Îsmaîl Bozdag jî bi îdîya “Bi zanebûn û raza dilê xwe alîkarî dayîna rêxistinê” û “Ji bo erka xwe bi cih neyinin, li ber xwe dayîn” cezayê girtîgehê hat xwestin.    Cardin ji bo Ahmad Abu Dast, Monir Dib û Ossoma Jounî jî bi îdiya xwedîyê kêştiya HPG’î ji Lazkiyê anîne jî cezayê girtîgehê hat xwestin.