Dolar 4.37 tl derbas kir 2018-05-09 10:27:06   STENBOL - Dolar ku piştî biryara hilbijartina zordest bilindtir bû, niha jî piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji peymana nûkleerê vekişiya re dolar rekorek din şikand û 4.37 tl derbas kir.   Dolar ku piştî biryara hilbijartina zordest a îtifaqa AKP-MHP’ê zîdetir bû, niha jî piştî biryara Serokê Amerîkayê (DYA) Donald Trump a ji peymana nûkleere bi Îranê vekişiyar re dolar rekorek din şikand û gehişt asta 4.3744 tl'yan. Euro/TL jî rekor şikant û gehişt asta 5.1794 tl’yan. Dolarê amerîkî li hemberî lirayê Tirkiyeyê bê navber bilind dibe û pareyê Tirkiyeyê her  ku diçe dihele.