Giştînameya ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya Wezareta Dadê derket holê 2018-05-09 09:54:14   AMED - Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, giştînameya ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya ji bo girtiyan di meha  Sibatê de ji hemû girtîgehan re şandî derket holê. Di giştînameyê de hatiye xwestin ku bi taybetî girîngiyê bidin girtiyên siyasî.    Bi fermana Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, di meha Sibatê de, giştînameya pêkanîna  ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya ji bo girtiyan pêk bînin ji gelek girîgehên Tirkiyeyê hatibû şandin, derket holê. Di giştînameyê de hatiye xwestin ku bi taybetî girîngiyê bidin girtiyên siyasî. Ji ber ferzkirina vê pêkanînê li gelek girtîgehan bibpêkirinên mafan derketin holê. Ji ber ku li gelek girîgehan girtiyan ev pêkanîn wekê kişandin rûmetê dîtin, li dijî wê derketin. Li ser vê yekê gardiyenan bi awayekê pir xerab girtî derp kirin, porên wan kaş kirin, avêtin hucreyên yek kesî û lêpirsîna dîsîplînê derbarê wan de vekirin. Bi taybetî girtiyên li Hejmara 1 û 2 ya Osmaniyê, Girtîgeha Tîpa E Erzincanê, Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê û Girtîgeha Karamanê ji ber ku hejmara li ser piyan a leşkerî qebûl nekirin hin ji wan sîrgûnê girtîgehên din kirin. Bêmafiyên ji ber vê pêkanînê hatin jiîn haya rojeva Meclîsê çû û ket rapora saziyên mafên mirovan. Cardin girtiyan ji ber vê pêkanînê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û derneketin hevdîtinan.   Giştînameya Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya bi îmzeya Şaban Yilmaz a di 7’ê Sibata 2018’an de ya bi hejmara "77204178-207.99/1723/19321" a “Di Saziyên Înfazê yên Girtîgehan de Hejmar” a ji Serdozgeriyên Komarê yên Bajaran re hatin şandin wiha ye:    “Ji bo pêkanîna hejmara li ser piyan di Saziyên Înfazê yên Girtîgehan de pêş bikeve, bal kişandina  ser hin mijaran dê girînge be.   1-Bi armanca pêşî lêgirtina çalakiyên êrîşîn li dijî personel û rehîn girtinê wan, divê di kata binî ya odeyê de hemara hemû girtî û hikûmxaran li ser piyan bê girtin.   2- Ji ber bûyerên terorê yên di rojên dawî de tên jiyîn, pirsgirêk di hilmar dayînê dernekeve holê, divê hejmareke zêde personel beşdarî hejmaran bibin."   MA / Denîz Tekîn