Nikarin cenazeyê xwe li goristana dixwazin, veşêrin 2018-05-09 09:25:27   MÊRDÎN - Dayîka Aştiyê Latîfe Akyuz ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbîne de neviyê wê û biraziyê wê jiyana xwe ji dest dan û dewletê nehişt li goristana ku dixwaze defin bikin, got: “Êdî nahêlin em cenazeyên xwe li cihê ku em dixwazin jî defin bikin. Gelo ev wijdanek çawa ye?”    Ji kesên ku li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeyên derketina kolanan de ku di navbera 14’ê Adar û 25’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin de jiyana xwe ji dest dan yek jê Mehmet Şirin Akyuz û yê din jî Îbrahîm Akyuz e. 8 meh berê cenazeyên wan ji aliyê malbatê û nimûneya DNA’yê ve hatin teşhîskirin. Malbatê xwest cenazeyên ku li Goristana Bêkesan a Rihayê hatine definkirin bînin Nisêbînê û li Goristana Hecaca ya li Taxa Zeynel Abîdînê defin bikin. Lê belê rayedarên Midûriyeta Emniyeta Navçeyê destûr nedan û ji malbatê re gotin divê ew li Goristana Morîsê ya li derveyî bajêr e defin bikin. Malbatê ev goristan qebûl nekir.     ‘NAHÊLIN EM LI CIHÊ KU DIXWAZIN JÎ DEFIN BIKIN’    Dayika Aştiyê Latîfe Akyuz diyar kir ku ew dixwazin cenazeyê neviyê xwe Mehmet Şîrîn Akyuz û biraziyê xwe Îbrahîm Ahyuz ku goristana ku xizmên wan lê hatine veşartin defin bikin, lê belê emniyet nahêle ew li wir defin bikin. Akyuz, destnîşan kir ku emniyet nahêl ew cenazeyên xwe li cihê ku dixwazin lê defin bikin veşêrin. Akyuz bi lêv kir ku tim asteng dikin ku cenazeyên kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Hecaca neyên definkirin.    ‘EV WIJDANEKE ÇAWA YE?’    Akyuz ku got “Ev wijdaneke çawa ye” bal kişand ser texrîbkirina goristanan ku di demên dawî de pêk tê û got: “Êdî şer di ser gorustanan re tê kirin. Kevirên goristanên me dişikînin. Ev yek asta dijminahiya wan nîşan dide. Li Nisêbînê her der rûxandin, lê hîn jî rihet nebûne. Li cihên ku zarokên me lê hatin kuştin avahî tên bilindkirin. Hîn bêtir rûxandin û mirinê dixwazin. Lê belê ji bilî aştiyê doza tiştekî nakim. Heta ev daxwaza me pêk neyê em ê bitêkoşin.”