Ji ber bêhna genî û mêşan êdî mêvan jî naçin malên wan 2018-05-09 09:22:25 WAN - Li Wanê, ji ber ku qadên depokirinê yên bermahiyan tune ne, çopên tên komkirin li erdekî li Taxa Bostanîçiyê tên valakirin. Ji ber hewa germ bûye, bêhna ji çopan tê berbelav dibe û ji ber zêdebûna mêşan şêniyên taxê nikarin pacên xwe vekin. Şêniyên taxê, diyar kirin ku ji ber vê rewşê mêvan nayên malên wan.  Çopên ku ji aliyê şaredariyên Artemêtan, Rêya Armûşê û Tûşbayê tên komkirin, ji ber qadên depokirinê yên bermayiyan tune ne, li erde ku li Taxa Bostanîçiyê ye tên valakirin. Şêniyên Taxa Bostanîçiyê ji ber bêhna çopan nizanin dê çi bikin. Bêhna ku ji van çopan tê li tevahiya taxê belav dibe û her wiha bi hatina havînê re mêş jî zêde dibin. Şêniyên taxê diyar dikin ku ew ji ber bêhnê û mêşan nikarin paceyên xwe jî vebikin.    Çopên ku hema bêje li ser qadeke 33 hektarî hatine valakirin, li gorî texmînan 3 milyon tonî derbas kirine. Şaredariya Bajarê Mezin a DBP’î ji b ovan çopan veguherîne ceryanê, xebat dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê pispor anî bûn. Lê belê Wezareta Çandinî û Sewalkariyê destûra vê yekê nedabû. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, wezaretê ji bo tehsîskirin qadê destûr da. Qeyûm diyar kiribû ku ew ê demildest projeya ku di dema şaredariya DBP’î de hatiye amadekirin bisepînin, lê belê salek zêdetir derbas bû hîn jî di vî warî de gaveke berbiçav nehatiye avêtin.    Şêniyên taxê ji ber vê rewşê bêzar bûne û bertek nîşan dan.    ‘JI BER BÊHNÊ EM NIKARIN BIÇIN MALÊN XWE’    Şêniya taxê Halîme Aslan, diyar kir ku hewa germ bûye û bi vê re bêhna zêdetir bûye. Aslan anî ziman ku ji ber bêhna çopan û mêşan ew nikarin pace û deriyên xwe vekin. Siddik Şahîn jî diyar kir ku ji bo rakirina çopan wan gelek caran serlêdan pêk aniye. Şahîn got: “Qeyûm soz da ku dê çopê rakin, lê soza xwe bi cih neanî. Niha em di nav çopê de mane. Em dixwazin demildest ev çop bên rakirin. Çimkî zarokên me di nêvengeke netenduristiyane de mezin dibin.”    ‘ZAROK TIM NEXWEŞ DIKEVIN’    Şukran Keleş diyar kir ku ji ber derdorê û bêhna çopan zarokên wan tim nexweş dikevin û got: “Qeyûm 3-4 caran soz da, lê dîsa jî çop ranekirin.” Keleş xwest sozên hatine dayîn pêk bên. Şêniya taxê Melek Artûnç jî got: “Bila çopan li ber deriye şaredariyê vala bikin. Eger karibin îdare bikin, wê çaxê em ê îtiraz nekin.”    'ÊDÎ MÊVAN JÎ NAYÊN’    Husnu Demîrcî jî got: “Ji ber bêhnê mêvanên me nayên. Di 2 salên dawî de em gelek caran çûn şaredariyê, lê dîsa jî çop ranekirin. Li cem vana soz heye, lê pratik tune ye. Baweriya me bi vana nayê.”    Şêniyê taxê Hanîfî Baran jî, destnîşan kir ku niha beriya hilbijartinê ye û dê bêjin “dengê xwe bidin em ê çopên we rakin”, lê belê ew ê bi vê yekê nexapin û bersivê bidin.