Rihayî wê xwedî HDP’ê derkevin 2018-05-09 09:19:17 RIHA -  Hevşaredarê Pirsûsê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Halîl Akbaş, hilbijartina zordest nirxand û got: “Em ê vîna xwe teslîmî wan nekin. Em ê serî netewînin û teslîm nebin. Gelê Rihayê dê ser bikeve û xwedî HDP’ê derkeve.” Li Rihayê, HDP’ê lez dan xebatên xwe yên hilbijartina zordest a Serokkomariyê û parlamenteriyê. HDP’ê di 7’ê Hezîranê de ji 12 wekîlan 5 wekîlên derxistin û di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî 3 wekîl derxistin. Hevşaredarê navçeya Pirsûsa Rihayê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Halîl Akbaş hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand.   ‘HILBIJARTIN NE REWANE’   Akbaş, diyar kir ku ji bo hilbijartin rewa bibin û bêqusûr derbas bibin, divê rakîbên hev di şertên wekhev de derkevin qadan û wiha axivî: “Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê deye. Lê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi derfetên dewletê xebatên hilbijartinê bi rêve dibe. Ji ber vê yekê hilbijartin ne rewaye. Ger hilbijartin li Tirkiyeyê rewa bûya, qeyûm tayînê 96 şaredariyên DBP’ê ne dikir.”   ‘VÎNA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’   Aktaş, anî ziman ku vîna gel tune tê hesibandin û wiha got: “Weke dest dane ser şîrketekê, dest danî ser vîna gel. Ev en rewaye. Rewabûna vê li tu devera cîhanê tuneye. Her roj girtin û binçavkirin çêdibin. Hilbijêr hemû girtin. Ên nehatine girtin jî derve de tên darizandin. Qeyûm tayînê 4 şaredariyên me yên bajarê kirin. 3 hevşaredarên me girtîne. Emê dinava van şert û mercan de biçin hilbijartinê.”     ‘ÊDÎ GEL ŞIYAR BÛYE’   Aktaş, da zanîn ku di serî de aborî li welat tu polîtîka bi rêve naçin û wiha bilêv kir: “Ji xwe hûn Serokkomarin, ger polîtîkayên we rast bûna, wê demê we yê ev pêvajo rast bi rêve bibira û pêdivî bi hilbijartina zordest nedîta. Ger pêvajo xerab be, ji xwe hûn di desthilatdariyê dene. Wê demê çawan dibe ku hûn cardin dibin namzet? Ji xwe maliyeteke mezin a hilbijartinê heye. Ev gel xizane. Qaşo ev der bajarê çandiniyê ye. Mirovên vê derê bi qemyonan ji bo kar bikin diçin rojava. Ji xwe we ev pêvajo baş bi rêve nebir ku hûn cardin diçin hilbijartinê. Lê êdî gel şiyar bûye.”   ‘EMÊ VÎNA XWE TESLÎMÊ WAN NEKIN’    Aktaş, destnîşan kir ku gel dê polîtîkayên AKP’ê di sindoqan de veşêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev gel êdî ne mîna berê ye. Ev gel li demokrasiyê digere. We mirov bi qeyûman û KHK’an bê kar, birçî û perîşan kirin. Niha jî hûn ji van mirovan dengan dixwazin. Çi dibe bila bibe, emê li dijî wan têbikoşin. Em ê vîna xwe teslîmî wan nekin. Em ê serî netewînin û teslîm nebin. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Gelê Riha dê bi ser bikeve, xwedî li şaredar û hilbijêrên xwe derkeve. Rihayî dê di vê hilbijartinê de xwedî li HDP’ê derbikevin. Gelê Riha êdî şiyar bûye û kes nekare êdî bixwapîn e.”