ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-05-09 09:00:55   * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan ên li Mêrsînê, anîn ziman ku eger li hemberî AKP’ya ku bi krîzeke nerêveberinê re rû bi rû maye, têkoşîneke civakiyî ya hêzdar derkeve holê dê hilbijartina 24’ê Hezîranê dawî li AKP’ê bîne.    * Şahidê nepen daxilî lêpirsîna der barê Şehrîban Dînç ku hevjînê wê Esat Dînç ew kuştibû bû. Ji ber ewlehiyê navê şahid nehat aşkerekirin û ji dozger got, ji malbatê K. Dînç, C. Dînç û M. Dînç bi kiryar dane kirin.    * Li Wanê ji ber ku qadên depokirinê yên bermayiyan tune ne, çopên tên komkirin li erdekî li Taxa Bostanîçiyê tên valakirin. Ji ber hewa germ bûye, bêhna ji çopna tê berbelav dibe û ji ber zêdebûna mêşan şêniyên taxê nikarin pacên xwe vekin. Şêniyên taxê diyar kirin ku ji ber vê rewşê mêvan nayên malên wan.    * Wezareta Perwerdehiyê li meaşê mamosteyên Egîtîm Senî yên bi KHK’ê hatin îxrackirin ku meaşê wan tune ye ceza birî.    * Piştî pîrozbahiya Newroza ku li Bazara Gel a Bakirkoyê hat lidarxistin gelek 73 kes hatibûn binçavkirin. Îdianameya der barê 73 kesan de hat amadekirin. Ji van kesan der barê 3’yan de bi hinceta qaçaxê leşkeriyê ne, bi tawanbariya propagandayê doz hat kirin.   *  Hiqûqnasê cezayê yê navdar Parêzer Ercan Kanar, der barê axaftina Erdogan ku got “qanûnçêkirineke rêzdar û darazeke serbixwe” de got: “Ev mikurhatin e ku ji sala 2002’yan ve daraz neserbixwe ye.” Her wiha Parêzer Kanar got: “Ji her aliyên Tirkiyeyê ve qîra ji bo edaletê heye.”    * Dayika Aştiyê Latîfe Akyuz ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbîne de neviyê wê û biraziyê wê jiyana xwe ji dest dan û dewletê nehişt li goristana ku dixwaze defin bike got: “Êdî nahêlin em cenazeyên xwe li cihê ku em dixwazin jî defin bikin. Ev wijdaneke çawa ye?”    * Îktîdara AKP'ê ku sal bi sal malê cemaweriyê firot sermayeya derve, di 16 salan de bi 60 mîlyar dolar malên cemaweriyê firot û ev pere li projeyên xwe yên "Har" xerç kir.    * Hevşaredarê Pirsûsê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Halîl Akbaş, hilbijartina zordest nirxand û got: “Em ê vîna xwe teslîmî wan nekin. Em ê serî netewînin û teslîm nebin. Gelê Rihayê dê ser bikeve û xwedî HDP’ê derkeve.”   *4 Ciwanên ji navçeya Cizîra Şirnexê tên navend û navçeyên Colemêrgê, bi xurdeyên kom dikin debara malbatê dikin. Ciwanan, diyar kir ku qezenca wan têra wan neke û gotin: “Em bi rojan di rêyan de dimîn in, tenê nan, penîr û firîngiyan dixwin û di wesayîtê radizin.”      *  Li Bazara Kayê ya Wanê salên berê rojê nêzî 250 ton ka dihat firotin, lê îsal ji ber bihabûna kayê firotina rojane daket 20 tonan. Ligel zivistan xelas bû û bihar hat jî, hêj li Wanê kîloya kayê bi 1 TL’î tê firotin.    * 15 kesên piştî li navçeya Koycegiz û Seydikemer yên Muglayê 6 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, hatin girtin dê yekem car li Muglayê derkevin pêşberî dadgehê. (10.00)   * 7'emin danişîna cerdevan Tekîn Gulaçti yê li Wanê li dijî 3 xwişk û birayan îstîsmara zayendî kir dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (11.00)   * Platforma Yekîtiya Têkoşînê bi armanca xwînerê wan Gamze Nihal İyidogan û Ezgi Yergin bên berdan dê li şaxa İHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bine. (11.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê bi civîna çaemeniyê starta hilbijartina 24'ê Hezîranê bide. (12:00)   * Hin sefîrê welatên Yekîtiya Ewropa (YE) dê li Mêrdînê bi siyasetmedarê kurd Ahmet Turk re bên cem hev. (13.00)   * Namzetê Serokomariyê Muharrem Înce dê li Edirne mîtîngê pêk bîne û piştre li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş ziyaret bike. (16.00)