Cenazeyên bi xwedî li ‘Goristana bêxedî' vedişêrin 2017-10-12 14:06:14 WAN – Gelek endamên PKK’ê yên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li gel malbatên wan zarokên xwe teşhîs kirine jî radestî malbatan nayên kirin. Endamê MEYA-DER a bi KHK hat girtin Salîh Kaplan got ku cenazeyan bi lez li “Goristana Bêkesan” defin dikin.  Endamên PKK’ê yên di dem û cihên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, bêyî ku li morgan bên ragirtin bi lez û bez li “Goristana Bêkesan” tên veşartin. Gelek cenaze ji ber şewatê nayên teşhîskirin û gelek cenazeyên ji aliyê malbatan ve tên teşhîskirin jî radestî malbatan nayên kirin. Endamê MEYA-DER’ê ya bi KHK hat girtin Salîh Kaplan li dijî pêkanîna cenazeyan bertek nîşan da.    'CENAZE BI LEZ Û BEZ DEFIN DIKIN’    Kaplan diyar kir ku kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin bi kelîkoptêran sewqî morgan dikin û piştî agahiya nasnameya cenazeyan li ser medya aşkere dibin malbat tên nexweşxaneyan ji bo teşhîsa cenazeyan serlêdan dikin. Kaplan da zanîn ku berê cenaze 21 rojan li morgan radigirtin û niha jî li “Goristana Bêkesan” tên veşartin.    'CENAZEYÊ TÊN TEŞHÎSKIRIN NADIN MALBATAN’    Kaplan anî ziman ku li gel cenaze ji aliyê malbatan ve tên teşhîskirin jî cenaze nadin malbatan û got: “Ji Geverê malbatek dibêje ‘Me cenazeyê teşhîs kir jî lê nadin me.’ Cenaze li morgan piştî demek zehmet didin malbatan. Her çiqas di nava 2-3 rojan de malbat cenazeyên xwe teşhîs bikin jî lê radewestînin. Em nizanin çima cenazeyan disekinînin. Cenaze nayên nasîn. Testa DNA’yê dixwazin. Malbat testa DNA’yê didin. Lê belê hin malbat salek, 6 meh û hin malbat jî piştî mehekê diçin cenazeyê zarokên xwe ji gorên bêkesan derdixin û dibin warê wan.”     'JI MALBATAN RE ASTENGÎ DERDIXIN’    Kaplan destnîşan kir ku pêwîste ji malbatan re ew qas astengiyên wergirtina cenazeyan dernexin û wiha axivî: “Ji ber wesayîta cenazeyan nadin malbatan, gelek malbat bi wesayîtên xwe cenazeyan dibin. Malbatên cenazeyên xwe digirin jî seranserî rê ji wan re asteng derdixin. Divê cenaze li gorî edetên me bên veşartin. Lê dewlet nahêle kes beşdarî merasîma cenazeyan bibe. Ev nayê qebûlkirin. Divê rêz ji cenazeyan re bê girtin. Cenazeyê kî dibe bila bibe pêwîste hurmetê nîşan bidin. Tu rêzgirtinê nîşanî cenazeyên me nadin.”    'BÊYÎ WECÎBEYÊN OLÎ DEFIN DIKIN’    Kaplan bal kişand ser veşartina cenazeyan li “Gorên Bêkesan” û wiha dewam kir: “Cenazeyên dibin Goristanên Bêkesan bêyî ku wecîbeyên olî bînin cih defin dikin. Cenazeye kî dibe bila bibe pêwîste li gorî rêgezên ola wî bên definkirin.”    3 ROJ DEM NÎŞAN DAN LÊ…    Di 7’ê çileya 2016’an de li gorî biryara di Rojnameya Fermî de hat weşandin ev bend li zagonê hatibû zêdekirin: “Li gel nasnameya wî û wê hatibe teşhîskirin jî, cenazeyê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve di nava 3 rojan de neyê wergirtin, dê ceneaze di nava 3 rojan de  ji aliyê şaredarî û amirê îdareya mulkî ve bên veşartin.” Lê cenaze di nava 3 rojan de ji aliyê malbatên xwe ve bên teşhîskirin jî lê dîsa nadin malbatan û bi hinceta DNA’yê li “Goristana Bêkesan” tên definkirin.