Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan 2018-05-08 19:03:44   ÊLIH - Danişîna doza nûçegîhana DÎHA Şerife Oruç ku 23 mehin girtî ye li 2'enîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê berdewam kir. Oruç dîsa serbest nehat berdan. Heyeta dadgehê biryar da ku şahidê ku îfade daye bi zorê bînin danişînê.    5'emîn danişîna doza rojnameger û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Oruç, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê berdewam kir. Oruç, li gel pismamê xwe Emrullah Oruç û ajokarê maşînê Muzaffer Tunç di 5'ê Tîrmeha 2016’an de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Oruç a ku 23 mehin bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" girtî tê darizandin, 5'emin danişîna doza wê berdewam kir. Oruç bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Xarpêtê beşdari danişînê bû. Parêzerê Orûç Mesut Aydin û Şehmus Bayhan di danişînê de amade bûn. Li gel parêzerên Oruç malbat û hempîşeyên Oruç Nûnerê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye yê Amedê Vecdi Erbay amade bû. Di vê danişînê de dosyaya Oruç û dosyaya Muzafer Tunç û Emrullah Oruç yên ji hema dozê dihatin darizandin ji hev hatin qetandin. Dozger xwest Oruç girtî bê darizandin. Parêzeran jî parastin kir û xwest Oruç serbest bê darizandin. Prz. Mesut Aydin, daxwaza dozger îtîraz kir û diyar kir ku tu delîlên şênber tune ye û daxwaza dozger nayê qebûlkirin. Prz. Aydin, anî ziman ku girtin û darizandina Oruç bi tevahî li ser îfadeyên şahid didomin û îfadeya şahid jî bi zorê hatiye girtin. Aydin, anî ziman ku rê û rêbaza darizandin û girtina muwekila wê ne li gorî hiqûq û qanûnan e. Aydin xwest Oruç serbest bê berdan.    Prz. Şehmus Bayhan jî parastin kir û diyar kir ku di danişîna 5'emîn de êdî gotin qediya ye û xwest muwekîla wî Oruç bê berdan. Bayhan, da zanîn ku ji bo delîlan bi zorê ava bikin girtî tê darizandin û xwest êdî serbest bê berdan.    Piştî parastina parêzeran Şerîfe Orûç jî bi kurdî parastin kir. Oruç diyar kir ku Devran Çakir ê di kêliya dawî de li dosyaya wê hatiye zêdekirin nas nake û wiha got: "Ez kesek rojnameger im. Ez li her derê digerim û dibe ku ez bêm naskirin. Nûçeyên ku min çêkirine şahidê rojnamegeriya min e. Delîlê rojnaemgeriya min e. Sedema girtina min jî ji ber ku ez rojnameger im. Ez bêjim ‘Vîya kesek kuşt' hûn jî dê wî kesî sûcdar îlan bikin?". Rewşa min jî wisa ye. Ez dixwazim serbest bêm berdan."    Herî dawî heyeta dadgehê der barê Oruç de bi şertê girtî bê darizandin biryar da. Dîsa biryar da ku şahidê li ser Oruç îfade daye di danişîna pêş de amade bibe. Heyeta dadgehê doz taloqî 9'ê Tîrmehê kir.